DIHOK – Dadgeha Dihokê 6 meh cezayê girtîgehê li aktivîstê Kurd Xelat Sindî ku xwedî nasnameya Brîtanyayê ye, birî.
Li Herêma Kurdistanê zextên li ser aktivîstan dewam dikin. Dadgeha Dihokê 6 meh cezayê girtîgehê li aktivîstê Kurd Xelat Sindî birî.
Xelat Sindî xwedî nasnameya Brîtanyayê û beriya 2 mehan hatibû Herêma Kurdistanê. Sindî dema vegeriya bû Herêma Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve hatibû binçavkirin.
Li gorî agahiyên bi dest ketine, di 23 Îlonê de Xelat Sindî bi hêceta parvekirinên xwe yên li ser torên civakî ên derbarê Hikmeta Herêmê de, li Dihokê hatiye dadgehkirin.
Dadgeha Dihokê ji ber parvekirinên li ser torên civakî, 6 meh ceza li aktivîstê Kurd biriye.