LAVRÎO – Li Kampa Lavrîoyê ya Yewnanîstanê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê û Meclîsa HPG’ê Rustem Cûdî, Endamê Konseya Rêveberiya PKK’ê Alîşêr Koçgirî, Endama Meclîsa PKK’ê Rêveberiya YJA-SATAR’ê Çîçek Botan û Umît Acar ê ku li Almanyayê ji bo têcrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Protesto bike agir bera bedena xwe da û jiyana xwe ji dest da di salvegera xwe de hat bîranîn. Merasîma li Salona Konferansa Şehîd Xelîl Uysal Dag hat li dar xistin bi wêneyê şehîdan û alên PKK’ê hat xemilandin û find hat vêxistin.
Merasîm ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Malbata Umît Acar jî tevlî bîranînê bûn. Endamê TCŞ’ê Hafiz Azat axaftinek kir û wiha got:”Bi rastî rojek şehîdekî me tunebe nîn e. Şehîdên me her tim pêşeroja me ronî dike. Em bi saya şehîdan gihaştinin vê astê. Emê her tim di şopa wan de biçin. Riya wan riya heqîqatêye. Emê heta armanca wan pêk bînin emê têbikoşin.”
Pişr re bavê Umît Acar Xeyredîn Acar jî axaftinek kir. Acar diyar kir ku kurê wî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan agir bera bedena xwe da û şehîd ketiye û anî ziman ki her tim bi kurê xwe serbilinde. Acar da zanîn ku kurê wî şehîdê Kurdîstanêye wiha dawî kîr:”Umît berî her şehadetê bi telefonê li min geriya. Min got kurê min xêre? Got ‘ez pir kêfxweşim’ min jî got her tim kêfxeşbî kurê min. Pistî çalakiya xwe pêk anî min fam kir. Ez her tim bi kurê xwe serbilind im. Tu carî nayê jibîrkirin. Şehîd namirin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona ku derbarê şehîdan hatibû amadekirin hat temaşekirin. Piştî sinevizyonê merasîm bi slogana “şehîd namirin” bi dawî bû.