ŞEHBA – Li kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê ji bo gerîlayê HPG’ê Xelîl Hemo (Çiyager Qehreman) yê ku 13’ê Tebaxê li Garê şehîd bû, merasîmeke hate lidarxistin.
Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ve bi beşdarbûna bi sedan şêniyan hate lidarxistin.
Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin, paşê ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê Mihemed Welo behsa rola şehîdan kir û got: “Ne ji şehîdan baya me nedikarî îro li vir bicivin. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku xwîna şehîdên xwe ji bîr nekin û ji bo pêkanîna armancên wan tê bikoşin.”
Endama Kongreya Star a Kantona Efrînê Gulê Mihemed jî axivî, bang li şêniyan kir ku ji komployên dijmin hişyar bin û wiha pê de çû: “Êrişên dijmin li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Kurdistanê berdewam dikin. Dijmin bi van êrişan dixwazin gel qir bikin û wan ji armancên wan dûr bixînin. Lew ra divê em hişyar bin û armancên dijmin nas bikin.”
Gulê Mihemed her wiha hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re li dijî destkeftiyên Kurd û şehîdan şeremzar kirin û diyar kir ku kiryarên PDK’ê dikevin xizmeta dijmin û xiyanek li mafê kurdan e.
Di merasîmê de, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Arif Şêxo anî ziman ku Kurdistan dergûşa şaristaniyan ye û dijmin hewl dide vê şaristaniyê qir bike û got: “Di êrişên li ser xaka Kurdistanê dixwazin rastiyan berevajî bikin û li gorî xwe dîrokê binivisînin. Ev hemû dikevin xana siyasetên qirkirinê.”
Piştî axaftinan, endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê Emîne Bakir nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.
Bi navê malbata şehîd Çiyager Qehreman, pismamê wî Nebo Mamo got, ew bi şehadeta Çiyager serbilind in û dê têkoşîna wî vala neçe.
Merasîm bi diruşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.