NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşer bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wek tevger tu eleqeya wan bi êrîşa li hember buroya PDK-RK tune ye.
Tevgerê di daxuyaniyê de diyar kir ku di van demên dawiyê de hinek pratîkên ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve nehatine birêxistinkirin û bi navê ciwanên şoreşger tên binavkirin rastiyê îfade nakin. Wek mînak; êrîşa ku li hember buroya PDK-RK hatiye kirin jî yek ji van pêkanînan e ku tu têkiliya wê bi Tevgera wan re tune ye.
Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger wiha ye:
“Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger ji destpêka avabûna xwe heya vê kêliyê wek sekin û helwesta şoreşgerî li hember xeta xiyanetkar û her cûre hevkariya bi dijmin re sekinîne. Me li ser vê bingehê têkoşîn daye meşandin, berdêlên giranbûha jî dane. Em di vê xeta xwe de têkoşîna xwe mezintir dikin. Gelê me yê welatparêz jî vê pêşengtî û têkoşîna ciwanên şoreşger bi helwest û sekna xwe ya berxwedêr ve xwedî derketina xwe nîşan da. Ev sekna gelê me ji bo me cihê şanazî û rûmetdariyê ye.
Divê baş bê zanîn ku em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger di vê xet û helwesta xwe ya şoreşger de heya dawiyê bi biryar in. Em ê li ser vê esasê xwedî têkoşîn, xebat, bername û çalakiyan bin. Lê belê di van demên dawiyê de hinek pratîkên ku ji aliyê me ve nehatine birêxistinkirin û bi navê ciwanên şoreşger tên binavkirin, rastiyê îfade nakin. Wek mînak; êrîşa ku li hember buroya PDK-RK hatiye kirin jî yek ji van pêkanînan e ku têkiliya xwe, wek Tevgera Ciwanên Şoreşger bi me re nîne.
Dîsa wek êrîşên şerê taybet ku bi pêşengtiya faşîzma dewleta Tirk û heman hevkarên xeta xiyanetê ve zimanê MÎT`a Tirk tên pêşxistin hene. Wek axaftinên ku Ciwanên Şoreşger zarokan direvîne. Bêguman ev rewş jî di encama tengezariya têkoşîna ciwanên şoreşger ku bi faşîzm û hevkarên wê daye jiyankirin bi pêşdikeve û wek îtirafa têkçûna wan e. Tevahiya gelê me yê berxwedêr û rûmetdar ku li hember xiyanetê bi hêrs e jî bersiva pêwîst di sekna xwe ya xwedîderketinê de vê yekê dide nîşandan. Em vê seknê silav dikin. Vê danezanê wek erk jî ji gel, ciwan û tevahiya dildarên xwe re parvekirinê wek erk dibînin û silavên xwe pêşkeş dikin.