NAVENDA NÛÇEYAN – Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li hember tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dê kampanyayekê pêk bînin. Meclisê di daxuyaniye xwe de wiha da zanîn:
“Hêzên serdest yên navdewletî bi berdewamî êrişî lêgerînên çareseriyê yên azadîxwaz û demokratîk dikin. Yek ji van êrişan jî ya herî bêbext û nemerdane, 9’ê Cotmeha sala 1998’an derxistina rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ji Sûriyê, her wiha 15’ê Sibata 1999’an radestkirina birêz Ocalan bo Tirkiyê û li girava Îmralî dîlgirtin e. Ev komplogerî û rûreşiya hêzên navneteweyî ku 23 salên xwe tijî dike, hîna tecrîda giran û îşkence li ser birêz Ocalan didome.
Tifaqa faşîst û dijminê gelan ya AKP-MHP’ê armanc dike bi tundkirina tecrîda giran ya li dijî birêz Abdullah Ocalan, Kurdan qetil bike û hêzên demokratîk jî ji holê rake. Em jî wek Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê li dijî vê îşkenceya sîstematîk û zalimane dest bi pêvajoya kampanyayek nû dikin.
‘EM Ê MEHA COTMEHÊ BIKIN MEHA BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ’
Di serî de wekî ku di şoreşa Rojava de jî tê dîtin, paradîgmaya birêz Ocalan a xwe dispêre demokrasî, ekolojî û azadiya jinan, her wiha hêviya pêşerojeke hevpar em ê bi rêya hemû platformên medya dîjîtal bigihînin bi milyonan kesan. Meha Cotmehê ku destpêka komplogerî û bêbextiya navdewletî ye, em ê bikin meha berxwedan û têkoşînê.
Em bi biryar in ku bi vê kampanyaya ku dê li her dera cîhanê gel, hêzên demokratîk, zanyar, hunermend, siyasetmedar û nivîskar beşdar bibin, li kolan û di medya dîjîtal de em ê ji bo tenduristî, ewlehî û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan têkoşînê bidin. Bi vê armanc û daxwazê kesên li derdora hev dicivin, wê têkoşîna hevgirtina demokrasî û azadiyê bigihînin tevayî cîhanê, her wiha em ê bang li hemû saziyên navneteweyî yên peywendîdar bikin ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin. Di her kêliyeke vê kampanyayê de em ê durişma ‘Ji Ocalan re azadî’ wek alayeke demokrasî û azadiyê bilind bikin.
KAMPANYA 8’Ê COTMEHÊ SAET DI 20.00’AN DE DEST PÊ DIKE
Dem dema azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Roj roja li dijî vê bêedaletî û bêhiqûqiya dîrokî xurtkirina hêviyê ye. Kampanyaya me seranserê meha Cotmehê dê berdewam bike. Kêliya herî biheybet û bihêzkirina çalakiyê birêya HASHTAG’ê dê 8’ê Cotmehê li gorî saeta Amedê saet di 20:00’an û li gorî seata Bruksel di 19.00’an de dest pê bike. Kampanyaya me di rojên 8-9 û 10’ê Cotmehê di salvegera destpêkirina komplogeriya navneteweyî de dê 3 rojan bê navber berdewam bike. Bi vê biryardarî û mebestê, em hemû gelê xwe û dostan vedixwînin bi awayek çalak beşdarî kampanyayê bibin, her wisa li her derê, bi her ziman û rengî û bi yekdengî bêjin ‘Ji Ocalan re azadî’.”