AMED – Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Amed Sûrê di çarçoveya kampanyaya “Em êşkenceyê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin” de belavokên bi Kurdî û Tirkî belav kirin. Li gel belavkirina belavokan, ciwanên HDP’yî der barê bandorên neyînî yên bikaranîna madeyên hişber, fuhuş û sîxuriyê de agahî dan raya giştî.
Gel û ciwanên herêmê eleqeyek mezin nîşanê kampanya ciwanan da.