WAN – Gerîlayên HPG’ê Vedat Oklu û Yucel Yildiz 8’ê Nîsanê di şer de şehîd bûbûn. Cenazeyên ku li Goristana Bêkesan hatibûn veşartin piştî 114 rojan radestî malbatên wan hatin kirin.
Malbatên gerîlayên HPG’ê şeva 29’ê Îlonê cenazeyên zarokên xwe ji Goristana Bêkesan a Şirnexê wergirtin.
Cenazeyê Oklu li Goristana Selahattîn Eyyubî ya taxa Xaçortê ya Wanê hate veşartin.
Cenazeyê Yildiz jî li goristana taxa Exsê ya Geliyê Zîlanê hate veşartin.