SILÊMANÎ – Li Silêmaniyê bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bikaranîna çekên kîmyawî hate şermezarkirin û bang li her kesê hate kirin ku li dijî karanîna çekên kîmyawî bibin xwedî helwest.
Li Cadeya Sehule ya Silamaniyê bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, li dijî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li hemberî gerîlayên azadiyê bi karanîn çekên kîmyawî û qedexekirî çalekiyek hate lidarxistin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimre xiyanet” û “Birûxe faşîzim” hatin berzkirin.
Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Şehîn Ranya daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Têkçûna artêşa Tirk û serkeftina gerîlayên Kurdistanê dewleta Tirk berbi şikestinê ve biriye. Lewma serî li bikaranîna çekên qedexekirî dide. Gelê Kurd çavgirtina NATO’yê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li sûcên dewleta Tirk weke şirîkatiya sûcên Tirkiyeyê dibîne.”
Di daxuyaniyê de bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê tê rexnekirin û wiha didome: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze êrişên dewleta Tirk rewa nîşan bide û berxwedana gerîla nerewa nîşan bide. Ev jî hevbeşiya PDK’ê ya li gel van êrişan nîşan dide.”
Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê bang li hemû ciwanan û civakê kir ku li hemberî dagirkeriyê hişyar bin û tişta ku ji destê wan bê bikin.