NAVENDA NÛÇEYAN
Aslan ASLAN nivîsand —
Serokomarê Tirk Erdogan beriya çend rojan çû Emerîkayê. Lê ji rayedarên Emerîkayê kesî ew pêşwazî nekir. Her wiha serokê Emerîkayê Joe Biden jî deriyê xwe li Erdogan venekir. Li ser vê yekê Erdogan bi hêrs bû û hê li Emerîkayê bû daxuyanî da. Erdogan got, têkiliyên wan bi Emerîkayê re ne baş in. Ev yek di heman demê de peyamek ji bo Rûsyayê bû. Ji ber ku Erdogan çawa ji Emerîkayê vegeriya, vê carê jî berê xwe da Rûsyayê. Erdoganê ku ji Emerîkayê destê wî vala vegeriya, hêviya xwe bi Rûsyayê ve girêda.
Çûyîna Erdogan a Emerîkayê hin tişt nîşanî me dan. Ya yekê, me dît ku Erdogan li qada navneteweyî çawa ketiye pozîsyoneke xerab. Êdî rewatiya wî nemaye û kes hesabê wî nake. Yê ku hesabê wî dikin jî ji bo berjewendiyên xwe wî bi kar tînin. Heger Joe Biden deriyê xwe li Erdogan girtibe, maneya wê ew e ku ti rewatiya Erdogan nemaye. Heman Emerîkayê, vê carê jî deriyê xwe li Rojava vekir. Heyetek ji Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî çû Emerîkayê. Ev heyet jî ji aliyê rayedarên Emerîkî ve hat pêşwazîkirin. Nûnerên Meclîsa Sûrî ya Demokratîk li qesra Spî ya Emerîkayê gelek hevdîtin kirin. Emerîkaya ku deriyê xwe li Erdogan girt, li aliyê din deriyê xwe li rayedarên Rojava vekir. Ev yek peyamekê dide Erdogan. Xuya ye ku Erdogan li gorî hin gotinên Emerîkayê tevnegeriyaye. Ev yek di heman demê de nayê wê wateyê ku Rojava li gorî dilê Emerîkayê tevdigere. Meseleya esasî Erdogan e û Emerîkayê ev yek bi zanebûn kir. Li aliyekî ji Erdogan re dibêje, ez hesabê te nakim û dikarim bi Kurdan re bimeşim.
Heger Erdogan siyaseteke rast meşandiba, hewce nedikir derî bi derî bigere. Lê siyaseta wî li ser dijminatiya bi Kurdan re dimeşe. Li kîjan derî dixe behsa dagirkerî û talanê dike. Ev şeş meh in bênavber li Zap, Avaşîn û Metîna tevgera dagirkeriyê dimeşîne, lê encam tineye. Hevkariya wî ya bi PDK’ê re jî ti encam bi dest nexist. Hedefa Erdogan ew bû ku di demeke kin de axa Başûrê Kurdistanê dagir bike û PKK’ê qels bike. Lê ev hedefa wî neçû serî. Niha jî dixwaze li Rojavayê Kurdistanê tevgereke dagirkeriyê pêk bîne. Ji bo vê yekê jî zilamên Erdogan derî bi derî digerin. Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ji bo vê mijarê li Iraq û Sûrî hevdîtinan dike. Siyaseta ku rayedarên dewleta Tirk jî dimeşînin ev e. Tiştekî ku ji bo welatiyên li Tirkiyê bikin tineye. Her tiştî li ser dagirkerî û talanê dimeşînin.
Erdoganê ku ji Emerîkayê destê wî vala vegeriya, vê carê ji bo Rûsyayê xwe xist bazarê. Mijara fuzeyên S-400 careke din anî rojevê. Bi vê yekê xwest ku helwêsta Emerîka û NATO’yê bipîve. Lê dîsa jî kesî hesabê wî nekir. Wekî ku neaxivîbe tevgeriyan. Ji van bûyeran mirov dibîne ku êdî rewatiya Erdogan nemaye. Yan jî benê wî kişandine. Lewma ji ber vê yekê ye, ev demek e CHP derketiye ser dikê. Li ser pirsgirêka Kurd diaxivin û heyeteke CHP’ê jî çû Başûrê Kurdistanê. Wekî ku karek dabin pêşiya CHP’ê, xuya dike. Erdogan êdî têra xwe teşhîr bûye. Hem hevkariya wî ya bi komên çete re û hem jî zêdegaviyên wî hişt ku rewatiya wî nemîne. Di daxuyaniya dawî ya Erdogan de jî me ev yek dît. Erdogan li xwe mikur hat ku têkiliya wî û serokê Emerîkayê Joe Biden nebaş e. Erdogan ewqasî qeherîbû û bela xwe li Kurdan jî da. Dîsa got, pirsgirêka Kurd ji bo min qediyaye. Erdogan li wê derê qala qedandina xwe kir. Êdî ber bi dawiyê ve diçe û têkiliyên wî xera bûne. Ew jî dizane ku êdî nema dikare wekî berê hespê xwe bibezîne. Ewqas komkujî, dagirkerî û talan bê hesab namînin. Erdogan vê yekê dibîne û lewma jî daye pey dek û dolabên nû. Dibe ku ji Rûsyayê hin encaman bistîne, lê ew jî demkî ne. Erdogan êdî daye pey siyaseta rojane. Ew dibêje, bila îro min bimeşîne, bes e. Heger Kurd stratejiyeke baş bimeşînin, dikarin vê meşa Erdogan bi dawî bikin.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA