ŞEHBA – Li Şehbayê bi sedan jin û jinên ciwan li dijî tecîrda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşiyan û banga azadiya Rêber Ocalan kirin.
Bi sedan endamên Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kir.
Di meşê de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Ciwan hatin hildan.
Meş ji pêşiya deriyê ketina bajarokê Til Qerah ê navçeya Ehdasê dest pê kir. Jinan bi yekdengî dirûşmeyên şeremzarkirina tecrîdê û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan berz kirin.
Meş li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li Til Qerah rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin.
Ji endamên Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eyşe Mihemed behsa sedemên tecrîdkirinê kir û got: “Dewletên dij demokrasiyê tecrîdeke giran li ser rêbertî ferz kirine, hewl didin ku me ji dûrî ramanê azad bixin û gelan kole bikin.”
Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Efrînê Rîm Dada bi navê jinên ciwan axivî û got dê têkoşîna li ser şopa xeta rêbertî berdewam bikin û wiha domand: “Rêbertî doza jinan di civakê de lêkolîn kir û hişt ku di hemû qadan de bibin pêşeng, ku berê hatibûn paşguhkirin. Ji ber vê yekê divê em ji vê xetê dûr neçin û nehêlin ku dijber armancên xwe bighînin serî.”
Rîm Dada bang li ciwanan, di serî de jinên ciwan kir ku li dijî tecrîdê serî hildin û têkoşîna xwe li dijî dewleta Tirk xurt bikin.
Çalakî bi diruşmeyên şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.