BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên li Xelîfanê di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûn ev agahî da:
“Şeva 28-29’ê Tebaxê, komeke me ya gerîla ya ji 7 kesan, dema ku hewl dida ji herêma Qendîlê derbasî herêma Behdînanê bibe, li ser Çepê Zê saet di 02:30’î de bûn hedefa êrişa hêzên PDK’ê. Koma me ya gerîla dema ku ji Çemê Zê derbas dibû, bêyî ku dengek li wan bê kirin an jî fîşekek ji bo hişyarkirinê bê teqandin, ji çar aliyan ve bi çekên giran gule li wan hate reşandin. Zelal bû ku di encama vê êrişê de 5 hevrêyên me şehîd bûn, hevrêyekî me jî dibe ku bi birîndarî dîl hatibe girtin. Hevrêyê me Hakî ku di nav koma ji 7 kesan de bû, ev bûyer bi çavên xwe dît û piştî demekê karîbû bi selametî ji cihê bûyerê biçe. Hevrêyê me Hakî ku bi saxî rizgar bû, xwe gihand hêzên me û ev êrişa ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate kirin ji gelek aliyan ve eşkere kir.
Êrişa hêzên PDK’ê ku me di daxuyaniya xwe ya beriya niha de ragihandibû û gotibû ku em ji edalet û wijdanê gelê Kurd û raya giştî re dihêlin, bi vî rengî qewimî. Rewş bi vî rengî ye û divê gelê me rastiyê bi her awayî zanibe. Ev bûyer, bêyî ku hişyariyek bê kirin, yekser ji bo tunekirina koma me ya gerîla hatiye kirin. Eşkere ye ku bi vê yekê hatiye xwestin ku di navbera Kurdan de şer bê derxistin. Tevî ku tê zanîn, di demeke wiha de şerekî navbera Kurdan wê bi tevahiya gelê Kurd bide windakirin, ev êriş hatiye kirin.
Nasnameya hevrêyên me yên ku hêzên PDK’ê êrişî wan kir, wiha ne:
Nasnav: Tolhildan Raman Nav paşnav: Nesrîn Temîr Cihê jidayikbûnê: Tirbespî Dayik-Bav: Ayşana-Mûhammed Şerîf |
Nasnav: Şoreş Mardîn Nav paşnav: Hakîm Acar Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Delal-Huseyîn |
Nasnav: Axîn Muzirî Nav paşnav: Hacer Atabak Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Havset-Mûstafa |
Nasnav: Şoreş Colemêrg Dayik-Bav: Suleyman Kaçar Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Gullu-Şaban |
Nasnav: Brûsk Mûnzûr Nav paşnav: Yucel Kandemîr Cihê jidayikbûnê: Erzîrom Dayik-Bav: Mûhteber-Enver |
Nasnav: Serdem Cûdî Nav paşnav: Yûsûf Îbrahîm Cihê jidayikbûnê: Dêrik Dayik-Bav: Fatma-Mihemed |