NAVENDA NÛÇEYAN – Îro li ser koça dawî ya Sekreterê berê yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serokkomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî re 4 sal derbas dibin. Bi boneya çaremîn salvegera koça dawî ya Mam Celal Talebanî, Koma Civakên Kurdistan KCK’ê peyamek belav kir.
Peyama KCK’ê ya bi boneya çaremîn koça dawî ya Mam Celal Talebanî wiha ye:
“Em di çaremîn salvegera koça dawî ya rêber, damezrênerê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê û serokkomarê Iraqê Mam Celal Talebanî de, bejna xwe li ber ditewînin û girêdana xwe ya bi rêbaza azadîxwaz û nîştimanperweriyê re dûbare dikin.
Di dîroka her netewekê de hinek kesayet bi zanabuna dîrokê, xwedî helwesta şoreşgerî mohra xwe li bûyer û pêşketinan didin û dibin beşek ji nasname û dîroka wê neteweyê. Serok Mam Celal Talebanî jî kesayetek bi wî awayî ye ku zêdetirî nîv sede di xebat, têkoşîna ji bo maf û azadiya gelê Kurd de, li ser destkeftiyên her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet jî Başûrê Kurdistanê xwedî şopek diyare.
Li ser vê hebûnê karî li ser asta Rojhilata Navîn û Iraqê jî, bibe navnîşana jiyana heveş, aştî, danûstandin û çareseriya pirsgirêkan. Ew dostanî û hevrêtiya di navbera serok Mam Celal, Rêber Apo û mamosta Îbrahîm Ehmed de, ji bo gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û destkeftiyên mezin ên nîştimanî û demokratîk bû bingehê hebûna hêvênê yekîtiya netewî. Heya niha jî ev yek hîn dewam dike. Di roja me ya îro de ku dijminên gelê Kurd hewl didin destkeftiyên gelê Kurd ji holê rabikin, girêdana bi mîrasê şoreşgerî, netewî, nîştimanperwerî ya vê dostaniyê, kilîda derbazkirina qeyranan û têkoşîna dijî êrişane.
Di çaremîn salvegera koça dawî ya serok Mam Celal de, em bi erk û berpirsyariya xwe dizanin ku xwedî li mîrate û bîranîna serkirdeyê mezin ê gelê xwe derkevin. Em girîngiyê bidin têkoşîna yekîtiya netewî û têkoşîna dijî dagirkeriyê. Li ser bingehê aştî, wekhevî, jiyanek hevbeş û demokratîk li hemû Kurdistanê de bingehek ava bikin. Hêvîdarîn Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê li gorî rêbaza mîrateya netewî û demokratîk ya Mam Celal, bikare ji her demê bihêztir li ser komên siyasî yên Başûrê Kurdistan û Iraqê bibe xwedî rol.”