NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan bibînin.
Serlêdan ji aliyê parêzer Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ve hate kirin.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji sala 1999’an dema bi komploya navneteweyî dîl hate girtin û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.
Herî dawî 25’ê Adarê bi rêya telefonê Rêber Abdullah Ocalan karîbû bi birayê xwe re biaxive. Ev axaftin jî nîvco mabû.