QAMİŞLO – Ciwanên Qamişlo li dijî komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek dan. Daxuyani doh êvarê saet 19’an de li taxa Hilîliyê li ber Wargeha Ciwanan pêk hat.
Daxuyaniya ku dehan ciwan tevlî bÛn de ciwanan hêrsa xwe ya li dijî komploya 9’ê cotmehê anî li ser ziman.
Ciwanan di daxuyaniya xwe de di heman demê de bal kişandin êrişên li ser Herêmên Parastina Gel û êrişên li ser Şengalê jî û diyar kirin ku ewên li hember van êrişan bêdeng nemînin.
Daxuyanî bi duruşmên “Bimre Komplo” “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.