EDENE – Cenazeyê Gerîlaya YJA Starê Yildiz Bahadir (Mizgîn Çekdar) a 8’ê Nîsanê di şereke li herêma Besta ya Şirnexê de şehîd bûbû, piştî 6 mehan û şûnde ji aliyê malbatê ve hate girtin.
Malbata ku duh ji Şirnexê çûn navçeya Ceyhan a Edeneyê, cenazeyê Bahadir ji Goristana Bêkesan girt.
Malbat cenazeyê keça xwe girt û duh di saetên şevê de li Goristana Asri ya Ceyhanê veşartin.
Ji bo Bahadir li Ceyhanê sersaxî hate qebûlkirin.