NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîlaya YJA-Star’ê ya ji Şemzînana Bakurê Kurdistanê Axîn Mizûrî ku weke gerîlayeke profesyonel di qada leşkerî de hem weke perwerdekar hem jî fermandarbû, di êrîşa PDK’ê ya Xelîfanê de li gel 6 hevalên xwe şehîdbû.
Şeva 28’ê Tebaxê bi 29’ê Tebaxê ve girê dide, hêzên PDK’ê li ser Ava Zê komeke gerîla ya ji 7 kesî pêktê xistin kemînê. Di encama êrîşê de ji derveyî Heqî Zîlan 5 gerîla şehîd dibin û tê gumankirin ku gerîlayek jî bi birîndarî dîl hatibe girtin. Axîn Mizûrî jî endama koma gerîlabû û li gorî Heqî Zîlan gotiye, ew bi çavê xwe dîtiye şehîdbûye û heta nalîna wê ya dawî jî bihîstiye.
Axîn Mizûrî tevî temenê wê gelek ciwane jî, di demeke kurt de di nava gerîla de di qada leşkerî de pispor dibe û dibe perwerdekarekî profesyonel di qada leşkerî de. Her wiha Axîn Mizûrî li gel pisporiya di qada leşkerî de fermandara YJA-Star’ê bû.
Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî Axîn Mizûrî wiha ye;
”Hevrêya me Axîn Mizurî li gundê Şapata yê Şemzînanê ji dayik bû. Hevrêya me Axîn li nava derdoreke welatparêz bi hezkirina gel û welat mezin bû, li dijî jiyana înkarê ya ku rejîma dewleta Tirk a qirker mêtinger ferz dike, xwedî nakokiyên mezin bû. Di encama van nakokiyan de kete nava lêgerînan û biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe. Weke gerîlayekê piştî ku gav avêt çiyayên Kurdistanê xwe zû perwerde kir û hewl da bibe gerîlayeek şareza ya YJA Starê. Hevrêya me Axîn li ser bingeha Îdeolojiya Rizgariya Jinê gav bi gav bi pêş ket û ji xwe re kir armanc ku di hunera leşkerî xwe bi pêş bixîne û bibe pispor. Li ser vê bingehê derbasî akademiyên perwerdeyên pisporiya leşkerî. Berê jî perwerde wergirtibû, pişte jî weke hîndekarekî pispor gelek hevrê perwerde kir. Li her qadê daxwaza wî ya herî mezin bû ku hem di sekna îdeolojîk de xwe xurt bike, hem di hunera leşkerî de xwe kûr bike, hem jî hînî hevrêyên xwe bikin. Bi vî rengî bû fermandareke YJA Starê ya mînak û şareza. Pisporiya xwe ya leşkerî li ser bingeha gerîlatiya serdema nû xiste meriyetê, ji bo li dijî artêşa Tirk a mêtinger şer bike, dema dixwest derbasî qada Behdînanê bibe li gel 6 hevalên xwe li ser Çemê Zê di êrişa hêzên PDK’ê de şehîd bû.”