QAMIŞLO – Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan xwepêşandanên şermezarkirina îxaneta PDK’ê û tevkariya wê bi êrişên artêşa Tirk a dagirker re li dijî Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina HPG’ê li dar xistin. Xwepêşadan li bajarokên Girbawî û Tenûriyê, taxên Qidorbek û Kornîş ên Qamişlo hatin lidarxistin.
Li bajarokê Girbawî bi dehan ciwan û şênî herikîn naverasta bajarok û ber bi meclisê ve çûn. Ciwan û şêniyan alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, PKK’ê û wêneyên rêber Ocalan hildan û diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û îxaneta PDK’ê berz kirin.
Li taxên Qiborbek û Kornîş jî bi dehan şênî û ciwan li pêş navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê kom bûn û ber bi kolana Muheta Kevin ve çûn û diruşmên “Na ji îxanetê re”, “Hêzên gerîla parastina Kurd dike” û “Divê PDK’ê ji xeta îxanetê vegere” û alên ciwanên şoreşger û wêneyên rêber Ocalan berz dan.
Di dawiyê xwepêşandanê de daxuyanî bi nave Tevgera Ciwanên Şoreşger li Qamişlo hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Ji 6 mehan ve artêşa Tirk a faşîst êrişên hovane li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tîne, di êrişan de çekên kîmyewî bi kar tîne, lê mixabin PDK’ê tevkarê wan êrişan e.
Em ciwanên şoreşger piştgiriya berxwedana gerîla ya dîrokî ya li dijî dewleta Tirk faşîst dikin. Her wiha dewleta Tirk hewl dide armancên komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan di êrişên li dijî hêzên HPG’ê bi rêya PDK’pêk bîne. Ji lew re em ciwanên şoreşger bang li tevahî ciwanên Kurd li Kurdistanê dikin ku li pêş îxaneta PDK’ê bisekinin.”
Hêzên PDK’ê li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê kemînek ji hêzên gerîla re vegirt, di encamê de 5 gerîla ji keç û xortan şehîd xistin, her wiha gerîlayek jî birîndar bû û kete destê hêzên PDK’ê.