MARIGNANE – Mîtîng piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Danê êvarê, bi pêşengiya çalakvanên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger), mîtîng bi beşdariya gelek ciwanan hat lidarxistin û ciwanan li ser navê TCŞ daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em diyar dikin ku divê hemû ciwanên Kurdistanê û mirovên welatparêz ên li qada Ewropayê her roj dakevin qadan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bibin, heta dawiyê têbikoşin.”
Ciwanan ji bo çalakiya roja Şemî saet di 14:00 de li meydana Repûblîqûe ya Parîsê li dijî komploya 9’ê Cotmehê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.
Ciwanan di mîtîngê de alên Rêber APO û PKK hilgirtin.
Di çalakiya ku bi qasî saetekê dewam kir de dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana PKK” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin qîrîn. Çalakî piştî dirûşmeyan bi dawî bû.