QAMIŞLO – Komploya 9’ê Cotmehê cihên ku Kurd lê jiyan dikin her derê tê protesto kirin. Îsal navenda protestoyan yek jî Rojavayê Kurdistanê ye. Ev protestoyan taybet jî di pêşengtiya ciwanan de pêk tê.
Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê jinên Ciwan li Qamişloyê meşek lidarxist. Meşa ku di pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan de hate lidarxistin, sedan ciwan û gelê herêmê jî tevlî bû.
Meşê li taxa Enteriyê li pêşiya meclîsê dest pê kir û kolanan de berdewam kir.
Di mitingê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Ayan Ehmed daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Wek ku tê zanîn îro li hemû qadên Kurdistanê şereke pir dijwar diqewime, dijminê faşist û qirker bi hemû qirêjiya xwe êrişî qadên gerîlayan dike. Her cure êrişan pêk tîne weke çekên kîmyewî. Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê berxwedaniyek bêhampa li dijî van êrişan dike.
Di salvegera komploya navneteweyî de bi armanca serxistina komployê dijmin berê xwe didin qadên tekoşîn û berxwedanê, îro dixwazin wê armancê bi destê PDK`ê ya hevkar û noker pêk bînin. Di heman demê de Şengalê jî dagir bikin.
Di salvegera komploya navneteweyî di hemû qadan de gerîla berxwedana rêber Apo berdewam dike da ku azadiya gelan misoger bibe.
Em wek jinên ciwan û ciwan di vê tekoşînê de rol û misyona me ya pêşengtiyê girîng e, Rêber Apo ev rol misyon daye me. Em wek jinên ciwan û ciwan komploya li ser Rêbertiya xwe qebûl nakin, tehmul û sebra me ji vê komployê re tine ye.
Em weke Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Soresger a bajarê Qamişlo ji hemû jinên ciwan û ciwanan re bangewazî dikin ku li dijî nokeriya PDK`ê û faşîzma dewleta Tirk em bi hevre tekoşîn bikin her wiha ji bo azadiya Rêber Apo em tekoşîn bikin.”
Piştî daxuyaniyê meş duruşmên “Bimre Komplo” , “Bijî Serok Apo” ve qediya.