SWÎSRE – Rêxistinên ciwanên alternatîf ên Swîsreyî li bajrê Bernê li ber avahiya Sefaretxaneya Tirk bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve çalakiye kirin.
Ciwanên ku li Qada Bûrgenzîelê hatin ba hev, pankartên bi nivîsên ‘Êrîşên esmanî yên li Kurdistanê rawestînin’ û ‘Bijî Gerîlayên HPG, Bijî YJA Star’ bi duçerxan li nava bajar tur avêtin.
Ciwanan piştre berê xwe dan pêşiya Sefaretxaneya Tirk. Ciwanên gihiştin ber avahiyê, li vir dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî qîr kirin.
Ciwanan pankart li deriyê avahiya sefaretxaneyê daliqandin û dawî li çalakiya xwe anîn.