NAVENDA NÛÇEYAN – Di şexsê Rêber Apo de Komploya ku hat xwestin li dijî tevger û gele Kurd were pêkanîn di dîroka 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir. Ji ber vê yeke Rêberê Gelan 9’ê Cotmehê de li Rojhilata Navîn de derket.
Di vê pêvajoyê de Rêber Apo li her derê ew kêsê ku temas dike an jî diçe kîjan malê bandoreke mezin li ser wan ava dike. Ji ber vê kesên ku Rêberê Gelan nas dikin wê ve tên girêdan û bandora vê girêdanbûnê jî zû zû naçe.
Me jî wek Ajansa Nûçe Ciwan malbatên ku Rêber Apo dîtine ji wan Rêber Apo, Komplo û Pêvajoya berdewam dike guhdar kir.
Tevahiya Roportaja ku me malbatan re kiri ye wiha ye:
Îsa Îsmail wiha got:
Navê min Îsa Îsmaîl e. Çaxê me partî nas kir , em derketin Şamê. Em karker bûn, me karê malbatî kir. ’83 ê ye de em derketin Şamê. ’84 me Serokatî nas kir. Ew jî li cem me xanîyekî da bu. Xanîyekî malbatekî welatparêz de bû. Me Serokatî nas nedikir. Me şexsîyeta wî dît lê bes me nizanibû Serokati ye . Dehê caran ji em çûn li cem Serokatî. Me hevdu re xwar û vedixwar jî lê me nas nedikir. Lê wê derê wek Ebû Ehmed dihat naskirin. Malê ku Serokatî lê malek welatparêz bû, şehîdên wan ji hene û ji xwe kâr dikirin. Serokatî ji li wir dima. Ev cara yekê me Serokatî naskir. Tevgera me , tevgera xorta û a ciwana li cem Serokatî hebî. Gelek kesên xwendevan derdora Serokatî kom dibûn. Gelekî ji wana niha şehîd ketine. Wek Heval Medenî, Heval Hereqol, gelek hevalên me yên din jî hebûn, xwendevan bûn. Dîsa wek Heval Îsmaîl û Heval Necah.
Ev dîtina ku cara ewil bû. Cara duduyê salên ’90 yan de çûm li cem Serokatî li kampa Beka a Lubnanê. Wê çaxê derfet çêbû, Serokatî li wir qala doza gel kir. Dema ku axaftina doza gel kir nêzîkê 15 hezar mirov hatin kampa Beka a Lubnanê. 3 rojan li wê derê man. Serokatî li wir axivî û li wê derê dibe ku 400 Heval jî perwerdehîya ya xelas kirin. Li wê çaxê Heval Cûma ji, dawîyê wê da ji Avrupa hatibû. Serokatî liser dîroka partiyê axivî. Li ser mijarên “partî çawa hate avakirin, ji tunebûnê asta ku em lê tê dane, dîsa li ser zehmetîyên ku me kêşandin” rawestîya.
Serokatî ji me ra bu hesretek. Gelo piştî wan salan em niha bibînin ê çawa bibe? Niha ez li ser xalekî disekinim. Me Serokatî li wê malê nas kir, paşê me li ’90 an dîsa hevdu bi sedemê doza gel dît. Li wê derê xwediyê wê malê ji hebû. Serokatî wê hevalê re got “ka were hevalê min, mane em hevalê hevin, em li mala te da man me bi hevra xwarin xwar. Lê wê hevalê ji nedizanî bu Serokatiye. Wê hevalê ji bersiv da got “Min ji kuderê dizanibû ku tu Serokatîyê. Navê wê hevalê jî Hecî Hemze bu. Serokatî gelê ku hatine li wir re bû kelecanek. Ez wê çaxî 3 rojan li cem Serokatî mam. Wek min got em dora 500 kes ji hebûn. Ev ne hejmarek zêde bû. Me bi hevdu re wek civatek rûniştin. Dîsa wek min got, Serok li ser Dîroka partiyê sekinî, li ser dîroka Kurda sekinî, ser şopandina me sekinî. Wê derê gelek kes pirs kirin û gotin “Serokê me , gelo kesek hene alîkariya me bike?” Serokatî piştî vê pirsê aciz bû. Ev xala me heye, em ne hewceyê kesane. Li cem vî Serokatî hinek li ser Rûsya ji axivî. Ji ber ku Rûsya yê şoreşek hebû bû, şerek çêbû bû. Li ser vî ji digotin ê Rûsya alîkariya me bike lê Serokatî bêtirê li ser gelê xwe , li ser gelê Kurd disekinî, alîkarîya wê ji li ser gelê Kurd bû.
Me hinekî nîqaş kirin, hevalan ji rabûn û nîqaş kirin. Serokatî li vir dipirsiya digot “kê dikare lê ser dîroka Partî û Kurdistanê biaxive. Lê ev jî rastiyeke bû ku , cihê ku Serokatî lê hebe, kes nediaxiviya. Piştî vê pirsê hevalekê dest rakir û got ez dizanim. Piştî ku du sê axaftin kir, Serokatî ji bersiv da û gote “rûnê te tiştekî di derheqê PKK de fam nekiriye.”
PKK li ser keda şehîda hatiye avakirin, li ser xwînê hatiye avakirin, her şehîdekî wê dikeve di dîrokê de. Serokatî ji li ser vê bêhtir sekinî. Şexsekî tenê cara yekem Serokatî bidîta a cara duyemîn de Serokatî wê naskiriba. Hinek malbat hebûn Serokatî dixwest ew jî werin û li ser rewşa wan disekinî. Bi rastî jî Serokatî nav gelê xwe de bû, her tim bi gelê xwe re bû. Me ji Serokatî bi vî rengî nas kir û dît. Serokatî ne tenê Serokatiyek bu, ne şexsî ji bu.
Niha Serokatî fikre, mejiye , ehlaqe, hevaltiye mirov dikare ev di şexsê Serokatî de bibîne. Ger deh kadro li cem Serokatî bihata mayin ew her deh Heval dikarî bûn welatekî îdare bikira. Yên ku l cem Serokatî dima dibûn rêvebir. Serokatî ji digot hûn hemu PKK ne.
Hişyariya dikir û got ger heval ne baş bin werin bejine min. Eşkere em binirxînin kijan Serok van gotina gelê xwe re dibêje û li nav gelê xwe de dimîne? Di van aliyan de sekneki û heybeta Serokatî hebû. Hakimîyete ku li ser siyasetê jî, li ser çekdarî ji hebû.
Niha em werin li ser Komploya Navnetewî ya ku Li Ser Rêberê Gelê Kurd; Ev niha gihaştiye ku devleta Tirk êdî nikare xwe biparêze. Wî çaxî ê vê şerê ji li hemberê Serokatî bide şixulandin. Ev 40 sal in nikarin şerê gerîla û têkoşîna azadiyê tune bibin. Ji xwe Serokatî ji ji bo dîroka Kurd a diaxivî. Digot “dibe ku dêmekî ez jî ne nav we da bim, ma hûn xwe rêve nabin?” Vê gotina pir caran digot.
Komploya hatiye kirin, evkas dewletên cîhanê û partiyên kurdî em dikarin wek nav bêjin evkas demê ku KDP navdaye destên wan hene. Şexsekî ku doza azadiya gelê xwe bike , fikr û felsefeya xwe li cîhanê daye naskirin nahêline ku azad bibe. Ev îxaneta hatiye kirin li dijî Serok Apo bu lê ne tenê li dijî Serok Apo bu li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Ev kesên ku komployê kirin difikirin ku wê dîsa wek berê Serokê wan tunne bikin û wî gelê ji bifetisînin. Digotin me wan ji wisa tune kirin.
Berê jî Serokatî ji, pir hevalan ji li ser KDP diaxiviyan. KDP weke ku kelemê kê di qirikê Kurdan de ye û nahêle ku şoreşên Kurdî ji pêşbikeve.
Destê KDP ji dinav ve komployê de hebû, ji ber vê jî bila KDP xwe neşo. Bila xwe ji pakij neke. Alîkariya ku Tirkiye da ye , KDP ji daye. KDP ev 40 salin şoreşgerê me yên pêşeng şehîd xistiye. Hêj ku PKK şitla xwe danîbû, KDP li hember vê derket. Di serî de heya niha destên KDP li ser xwîna şehîdên me heye. Niha dibêjin li Başur de çi karê wan heye. 4 parçeyên Kurdistanê hene. Başur ne milkê we û bavê wene. Kurdistan jî hemû yeke.
Niha ewkas dewletên ku b navê Yunan, Israil, Amerîka ji bo vî şerî alîkarî dikin û sewqîyata pêra dikin şerme ku mirov bêje jî.
Ger bêjin em mirovin, mafe mirovan diparêzin , ger bêjin em demokratik bûne dixwazin, em xwedî mirovin, çawa dikarin sewqê pêra li ser mirovahiyê dixwazî. Tu yê çawa sibê hesabê bidî miletê Kurd ra. Tu çawa dikarî cih were ku tu bêjî miletê Kurd , min rêberê we kiriye zindanê de. Ev paçekî reşe li hemû dewletan de heye. Ew kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin, ev hemû derewin û ne rastin. Komploya Navnetewî kirin da ku Serokatî û Partiyê jî hevdu qut bikin, gerîla û partiyê ji hevdu qut bikin. Çima heta niha nahêlin ku parêzeran biçe li cem Serokatî? Çima nahêlin ku rewşa Serok bizanin, yen hevalan bizanin, yên gel bizanin ku niha hatiye çi astê.
Bawer bike ku ger jiyanê de ê ku azad hebe ew jî Serokatîye. Ji ber ku Serokatî tiştek li cem xwe nehişt ku nedaye gelê xwe. Yen azad ewên ku niha di zindanê de ne. Ji ber ku Serokatî her tiştî daye me. Heta jiyana xwe û malbatî da me, mejiyê xwe da me.
Astekî, zemanekî 10 kes bû, lê niha fikre Serokatî heya Afrîkayê tê zanîn. Herkes Serokatî û fikrê wê qebûl dike. Ev ne maneya şexsekî tenê ye. Em niha fikrekî azad dixwazin , fikrê azad ji encax ev felsefeya Serokatî dide xwe ava bike. Jiber ku yê Azad Serok Apo ye.
Mn dîsa got em vê komployê şermezar dikin, lanet dikin. Ji ber ku hember vê sûcdarin, kesên ku dibêjin em em mirovin gere lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwaze , lêborîna xwe ji Serokatî bixwazin. Şerme niha Serokatî heya niha di zindanê de ye. Zîndana Îmralîyê bûye mînakeke ji bo cîhanê. Çawa ku Serokatî cihekî vala kir cihe kî leşkerî , Zîndana Îmralîyê ji bu cihekî dibistana felsefeyê. Di demê peygambera de ji ev felsefe nehatiye belav kirin û kesê ji qebûl nekiriye. Em azadiyê ji bo Rêber Apo dixwazin , em vê komployê şermezar dikin, bila dewletên cîhanê baş bizane ku ew deyndarê miletên Kurd in. Em ji hemû gelê xwe, welatparêzên xwe taybet ku malbatên şehîdan dixwazin ku em xwedî doza xwe bin, em xwedî Partîya xwe û Serokê xwe bin. Ki çi bêje, ki şerê taybet li nav mede bide meşandin gereke ku em guhê xwe nedene van kesan. Hewceyê ku em li dijî lîstokên ku dinav mede tê jîyandin, li hemberê van bin. Em hemû hevdu bigrin , hevalên xwe bigrin , em li şopa doza şehîdên xwe bin. Rêber Apo her demê gotiye Şehîd Rêberê me ne û rastî jî welê ye jî. Li ser keda şehîda, xwîna şehîda van lîstokan nekin. Bila mirov siyasetên şaş neke, kesên ku dinav civakê de şaşîtîyan dike gere em li hember van bisekinin. Ev taybet ji bo malbatên şehîda û nirxan derbasdare. Ev Partîya wane , keda wane, zarokên wane. Di dawiyê de em dîsa bi hatina we em dibêjin hun li ser çavan hatin, spasiya we dikin.
Dayîka Xanê Jî wiha axivî:
Em ji Dêrikê ji Gir Kendal in. Dema me Serokatî dît bi mere heyecan çêbû. Em hemî li sahayê sekinîn. Me dît Serokatî hat. Me nedît çawa jî hat, carekê de derket û hat li gel me. Bi me re şitexilî. Qederek xweş şitexilî û çû. Piştre bû êvar careke din banê me kirin, gotin emê bi we re biaxivin. Em wê şevê jî mane li wê derê. Em careke din sibehê derbasê sahayê bûn. Dîsa hat bi me re şitexilî. Wê demê mele Ebdirehman jî li wê derê bû. Yên Kobanê, Qamişlo, her kes li wê derê bû. Wê demê keça Xweha min jî bi mere hatibû wêderê, ji mere got hûn herin ez nayêm, ezê li vêderê bimînim. Me jî got xwedê tu neyê em jî naçin. wê jî ji mere got biçin mal û bikevin nava karê xwe û xebatê xwe bikin.
Bu sibeha din em hemû ketin rêzê ew jî di rêzê de bû. Me xatirê xwe ji keça xweha xwe xwest û derketin. Em hatin Lubnanê û Roja din em derbasê Şamê bûn wisa derbasê malê bûn. Beriya em werin wê demê hevala Sakîne jî li wir bû. Me ew jî dît me silav dayê em wisa hatin.
Em vê komployê lenet dikin. Hemî dewletên mezin liser Serokê me bûn yek. Jiber ku Serok serkeftina Kurdan dixwest, azadî dixwest. Jiber wê yekê ev komplo lê kirin. Cemata dewletan nebûye bi serê xwe yek dewletê nikaribû Serok bigirtana û bixistana hepsê.
Serok ji Suriyê derket. Wê demê tirkan gotin emê êrîşê Suriyê bikin. Serok ji vir derket. Niha ev 22 sale Serok di hepsê deye. Gerek nemaya. Ger me Kurdan hemûya destê xwe dabûya hevdu, me niha Serok ji hepsê derxistibû. Divê nemaya hepsê de. Hemû şehîd û nirxên ku me daye, me ji bo serkeftina Kurdistanê daye. Me keç û xort dan e.
Îxaneta heyî nahêle hinek pişt pêk werin. Divê em hemî Kurd pişta xwe bidin hev û vê zilma liser xwe rakin. Ev zilm zilma hezaran salane, ne ya îro ye. Divê em ji her demê zêdetir ji Serok xwedî derkevin. Vê zilm û zorê liser xwe rakin. Ev bi salane ev qas xort û keçên me şehîd ketin. Ma qey ne mafê me ye em jî xwedî cîh û war bin.
Banga me ji hemî cîhanê heye Serokê me ji hepsê derînin. Bes e. Ev çendê salane bese. Em jî divê yek bin û şiyar bin ku em karibin welatê xwe rizgar bikin, Serokê xwe azad bikin û xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin. Tu tişt bi qasî xwîna şehîdan hêja nîne.
Kamuran Hecî Ebdulezîz:
Ez Kamuran Hecî Ebdulezîz. Ji Girasorê Heso me. Birayê Şehîd Doxtor Kendal û Şehîd Sozdar im. Her du jî di sala 1991 ê de şehîd ketin. Ez kurmamê Şehîd Zinar yê Ava mezin im. Di salên 1980 ê yan de me hereket nas kir. Keç û xortên me jî tevlêbûn. Baweriya wan bi hereketê hat. Beriya vî me piştgiriya rehmetiyê berzanî jî dikir. Piştre Tevgera Azadiya Kurdistanê destpêkir, em tev li wî bûn. Îtîbar û rêbazekî nû bû. Zanistî bû. Hemî keç û xortên zanist tevlêbûn. Mesele Doxtor Kendal di sala 1988 an de doxtorî xelas kir. Çu akademiyê. Zinar Fizya dixwend. Çu tevlêbû. Sozdar bekelorya dixwend tevlêbû. Hemî xortên xwendevan bûn. Yanî bi zanebûn tevli hereketê bûn. Em jî ji hîngê ve heya niha kar dikin. Ji vê hereketê re deriyê me her tim vekirî bû. Gelek heval dihatin û diçûn. Em soz didin şehîdên xwe emê liser rêça wan herin heya dawiyê, heta ku armanca wan pêk were.
Min du caran Serokatî dîtiye. Di salên 1991 û 1994 an de. Em nikarin wesif bikin. Hem heyecan hem tiştek manewiye. Dema ku medît em ketin rewşeke ku me bawer nedikir. Serokatî hat kete hundur, em ber da rabûn. Dema ku em çav li Serokatî ketin em man cemidî. Serok hat silav da me teva. Got divê em hevalên xwe nas bikin. Me xwe da nas kirin. Me li suret mêze dikir, li wî mêze dikir me digot gelo ewe. Gelek heval jî hazirbûn. Herkes rabû rapora xwe da. Serok ji me pirsî got ‘’ Milet çi dibêje.‘’ Me got Serokê min milet bi xeta xwe ve girêdayî ye. Birayekî min ji Serok re got ‘’ Tik dibêjin ev Apo çi dide vê miletê heta ku diçin tev li wî dibin.’’ Kasetek di destê Serok ‘de bû got ‘’ Tişta di serê me de em dixin vê kasetê û em li miletê xwe belav dikin.’’ Yanî da xuya kirin dikeve mêjiyê însan û sererast dike. Ji wê toza hezaran salan liser gelê Kurd, Serokatî bi van kasetan paqij dike. Yanî girêdanbûna milet bi Serokatî re bi baweriyê ye. Bi îmane, yanî mêjî rizgar bûye. Tu rêya xwe nas dikî êdî. Rizgarbûn ewil ji mêjî destpê dike. Mêjî rizgar nebe tu tiştên din rizgar nabin. Tabî ev jî hemî gotinên Serokatiyê ne em dibêjin.
Du radyo di destê wî de bûn. Bi guhekî ixbarê BBC guhdar dikir, bi yê din ixbarê tirkî guhdar dikir. Di navberê de pirsa rewşa me jî dikir. Yanî guhê wî û bala wî li her derê bû. Ne bi şeklekî dema karek bikira bigota ka ez biqedînim piştre heya karekî din bikim. Yanî min bixwe heya wê demê tiştekî wisa nedîtibû. Ez mam matmayî. Serokatî vî şerê ku liser tê kirin, Şerê Xelîç bû, Serhildana Başûr bû, heval di şeran de bûn, şehîd diketin, îxbar dihatin, dewleta tirkan plan liser çêdikirin, wî di wê rewşê de pirsa rewşa milet û malbatê dikir digot rewşa we çiye. Min digot belkî Serokatî ji van tiştan ne agahdare, lê te dinêrî pirsa hemî tiştî dikir.
Di sala 1994 an de hevalan got emê we rêkin sahaya Serokatî. Em bi qasî çil pêncî kesan bûn. Civîn ji me re çêkir. Serok ji me pirsî ka çi pirsê we hene. Tabî me dema tiştên şaş didît me ji Serok re dida xuya kirin. Serokatî hertişt dizanî.
Serokatî felsefeyeke nû, terzeke nû, îdeolojiyeke nu di Rojhilatanavîn de ava dike. Tişta ku niha Serokatî dixwaze civak hemî li dorê kom bibe, xwe bixwe rêve bibe û rizgar bibe ye. Serokatî dixwaze ev zilma ku pênç hezar sale liser civakê tê ferz kirin bişkîne û civakê bigîhîne azadiyê. Tabî felsefeya Serokatiyê ku îro pêşxistiye bingeha pergala resmalî (kapîtalîzmê), pergala eşîrî, şovenî û faşîzmê diherifîne. Tabî ne li gor berjewendiya wane ku ev felsefe biser bikeve. Yanî tê xuya kirin ku ev felsefe kelemê yekemîne ku li pêşiya planên kapîtalîzma cîhanî ye. Jiber vê jî koma dewletên kapîtalîst hemî, heta Sovyeta Rusan jî bûn alîkar û gotin ku li Serokatî xwedî dernekevin. Yanî planeke gelek dewlet têde hevkarî kirin ku heya karîbûn Serokatî bigirin. Ne dewleta tirk girtiye. Emperyalizma cîhanî Serokatî girtiye. Gladio tê de heye Nato tê de heye. Van hêzan rê nedan ku teyareya Serokatî têde li cihekî jî dayne. Hetta di dema Yekîtiya Sovyetê de jî Emerîka 10 milyar dolar da wan ku Serokatî liwir nehêlin.
Wan digot eger Serokatî bigirin emê hakîmiyetê liser vê hereketê bikin. Tabî ev dewletên ku komplo liser Serokatî pêkanîn, difikirîn ku wek şoreşên beriya niha dema me Serokatî digirtin şoreş hemî tasfiye dibûn. Vî jî wisa difikirîn. Lêbelê Serokatî bingeha Şoreşeke îdeolojîk çêkiriye, bi felsefeyê çêkiri ye. Parêzname û felsefeya wî di hepsa îmraliyê de neman. Hepsa imraliyê şikand. Wî roniya felsefeyê da heya Efrîkiyan. Yanî eger îro Erdoxan diçe Efrîkayê zarokek jêre dibê ‘’ Ez gulan nadım te, tu zextê li kurdan dikî’’ ev encama felsefeya Serokati ye. Ev şoreş 22 sale piştî girtina Serokatî berdewam dike û wê berdewam jî bike. Çima jiber ku li ser bingeheke zanistî û felsefî hatiye danîn.
Wek gel divê em şev û roj di hereketê de bin. Tişta ku Serokatî dibêje em pêk bînin, jixwe Serokatî wê azad bibe. Serokatî niha fîzîkî girtiye; lêbelê fikrên wî hemû azadin û belav bûne. Hemî tiştên ku Serokatî ji bo demokrasiyê dibêje di Şoreşa Rojava de îro pêktên. Ewê veguhere konfederalîzma Rojhilatanavîn jî. Tevahiya gelên Rojhilatanavîn jî îro piştgiriya vê felsefeyê dikin. Ew Serokê ku ev 22 sale di zindanê de ye xwe ji bo vî gelê dişewitîne. Ji me jî tê xwestin ku em hertim liser piyan bin û ji bo azadiya Serokatî kar bikin. Dema Azadiya Seroke, divê azad bibe. Dagirkeriya Kurdistanê divê bi dawî bibe. Divê gelê Kurd jî hemî destê xwe bide hevdu da ku ev sedsal bibe sedsala Gelê Kurd. Bibe sedsala gelên bin dest. Serokatî daxwaza vî dike. Divê em tevahiya quweta xwe bixin xizmeta azadiya Serokatî.
Em pir pir silav û rêzên xwe ji Serokatiya xwe re dişînin. Ewê bimîne jiyan kirî di ruhê me de, di xwîna me de. Hetta rojek emrê me heye, gerek em vê felsefeyê bidin nifşên li pey xwe jî. Em şervanên serê çiya jî silav dikin, girtiyên zindanan silav dikin, malbatê şehîdan û hemî xebatkaran ji silav dikin.
Dayîka Nazê:
Em çûn gel Serokatî me merhebatî dayê, em bin kon de rûniştin. Serokatî hat dinav me de rûnişt. Saet çaran heya saet heştan ma li gel me û bi me re şitexilî. Em liwir man heya sibehê. Bû sibeh ji mere gotin tedrîb heye. Heval wê herin tedrîbê. Gotin bila milet jî bikeve pey hevalan û biçin tedrîbê. Em rabûn bi hevre çûn cihê tedrîbê. Hevalan sileh û rextê xwe girtin û dest bi tedrîbê kirin. Kurê min Xişman jî çû agir berda xanî û li ser gir ala xwe daliqand. Piştre hevalan fîşek avêtin. Dema fîşek avêtin min got wê kurê min were kuştin. Piştre yên rex min gotin na na yadê tedrîbe. Piştre perwerdeya xwe qedandin hatin.
Dema ku serokatî bi me re axivî milê xwe bi hevde girêda û axivî. Tam 8 saetan liser piyan ma û bi me re şitexilî. Piştre em rabûn hatin. Beriya em werin Serokatî ji mere got ‘’Hûn pêwîste biçin rêxistina dayîkên aştiyê ava bikin û hûn bibin cephewî’’. Em jî bûn dayîkên aştiyê û bûn cephawî û me karê xwe kir heya vê deqeyê. Em dinav gundan ketin me civînên xwe çêdikirin, karê xwe dimeşandin û em vedigeriyan malê. Ji wî dema ku ez tev li xebatan bûm min kar kir heya niha. Me civîn çêdikir, me heval çêdikir, me dost çêdikir, em li hinek cihan hatin qewtandin jî lê me dîsa karê xwe dikir. Serokatî ji mere digot ‘’Dibe ku ez ne li gel webim, an jî heval ne li gel we bin hûn divê bixwe xwe karê xwe bikin’’
Em vê komploya liser Serokatî qebûl nakin. Em bi Serokê xwe re ne, heya ku em saxbin. Em bi zarokên xwe, malbata xwe heya dawiyê bi Serokê xwe re ne. Heta ku Serokê me azad nebe em jî nabêjin em azadin. Kêngî Serokê me azad bû em jî wê demê azad bin. Çi quwetên din çi KDP kî çi dike bila bike kes nikare bi me. Em yek girtîne û xurtin. Kes nikare me. Emê karê xwe bimeşînin. Em li pey şehîdên xwe ne. Bi şehîdên xwe ve girêdayîne. Em wekî din guh badin tu kesî.
Em bang li tevahiya miletê me dikin ku em rabin serxwe. Di her derê Kurdaistanê û welatên derve bila rabin ser xwe. Em destê xwe bidin hev du û bi hevre bin.