ATİNA – Meşa ji aliyê ciwanên Kurd ên li Yewnanîstanê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurdistanê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan destpê kir, di roja 3. de bi dawî bû.
Komên navneteweyî di ketina Atînayê de meşvanan bi fîşekên hewayî pêşwazî kirin. Çalakgerên ku derbasî qada Akademiya bûn çalakiya antî-faşîst silav kirin. Xwepêşandêrên ku li Qada Akademiya bi girseyî hatin cem hev, ji wir ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiyan.
Meş li ber konsolosxaneyê bi dawî bû.