MEXMÛR – Komploya 9’ê Cotmehê cihên ku Kurd lê jiyan dikin her derê tê protesto kirin. Îsal navenda protestoyan yek jî Başûrê Kurdistanê ye. Ev protestoyan taybet jî di pêşengtiya ciwanan de pêk tên.
Îro di pêşengtiya TCM û TJCM’ê de li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî li dijî komployê meşeke girseyî pêk hat.
Meşa ji ku tevlêbûneke mezin ve pêk hat heya cihê konvedanê berdewam kir. Piştê meşê daxuyaniya ku li ser navê ciwanan hate dayîn de ciwanan diyar kir ku ewên ji bo azadiya Rêbertiya xwe têbikoşin û li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li qadan bin.
Meş duruşmên “Bimre komplo” “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.