NAVENDA NÛÇEYAN – Tîma Bersivdanê ya Şehîd Bager Tolhildan a YPS’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 6’ê Cotmehê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi armanca hişyarîdayînê bombeyek çêkirî avêtine mala firoşkarê madeyên hişber S.A.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku firoşkar S.A yek ji kesên ku li Nisêbînê madeyên hişber tîne û dibe ye.
YPS’ê ev hişyarî da, “Di heman demê de endamê Ocaxên Osmanî ye. Divê were zanîn ku eger hişyariya me li ber çavan negire, em ê yekser wî bikin hedef.”
Her wiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di 23’ê Tebaxê li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê “Kesê ku xebatkarê AKP’ê ye hatiye cezakirin” û hatiye diyarkirin; “Dema agahiyên berfireh bighîjin berdestê me, em ê bi raya giştî re parve bikin.”
Tîma Bersivdanê ya Şehîd Bager Tolhildan a YPS’ê di dawiya daxuyaniya xwe gotiye: “Ev çalakiyane li dijî komploya 9’ê Cotmehê û bi armanca piştgirî dayîna berxwedana ku li Îmrali, Kurdistan û her dera cîhanê pêk tê, hatine kirin. Li ser vî bingehî di serî de jin û ciwanên Kurd, her kesî vedixwînin ku têkoşînê bilind bikin.”