STENBOL – Di çarçoveya qaşo operasyona navenda wê Stenbolê hat destpêkirin de, gelek kes di serdegirtinên malan de hatin revandin.
Di çarçoveya lêpirsîneke ku navenda wê Stenbolê li 15 bajaran hat destpêkirin de, biryara binçav kirina 126 kesan hat dayîn. Polîsan piştî biryarê, di saetên serê sibê de, bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de, heya niha herî kêm 54 kes hatin revandin.