QAMIŞLO – Ciwana li qamişloyê Civîna xwe ya awarte girtin. Li Qamişloyê Encumena ciwanên Kurd ciwanên partiyan re civînek li darxist.
Civîna ku ji bo şehîdên Şoreşê deqeyekî rêzgirtinê ve destpê kir axaftina divan û nirxandina ciwanan ve berdewam kir.
Di civînê de rewşa rêxistinbûna ciwana û rewşa sîyasî jî berfireh hate nîqaş kirin.
Piştê civînê ciwanan encamnameya civînê bi daxuyaniyekî ve eşkere kirin.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
“Ji bo ragihandin û raya giştî!
Bi navê Encumena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistan em di serî de silav û rêzên xwe ji tevahî gelê xwe re û bi taybetî ji malbatên şehîdan re pêşkêş dikin.
Wekî îro berê du salan şervanên vî welatî li Serêkaniyê û Girê Spî ji bo rûmeta tevahî Kurdistanê li hemberî artêşa tirk a dagirker di nava berxwedanê de bûn. Îro jî li gellek eniyên şer keç û xortên vê welatê berxwedidin. Di serî de gerîlayên HPG û YJA-Star’ê ku li Metîna, Zap û Âvaşînê berxwedidin, em hemu berxwedêrên ku canê xwe ji bo parastin û rizgariya Kurdistanê dikin mertal silav dikin.
Wekî Encûmena Ciwanên Kurd em ji 2017’an ve di nava kar û xebatekê berfireh a ji bo yekitiya netewî de ne. Ji ber sedemên cuda ev çend mehan xebatê me ji aliyê pratikî ve kêm zêde sekinî bû. Herî dawî di meha Adarê de şandeyekî me çûbû serdana Başurê Kurdistanê û li wir bi gellek partî, rêxistin û tevgerên ciwanan re hevdîtin kiribû. Li ser esasî soz û biryarên xwe yên berê û her wiha ji ber hesasiyet û krîtîkbûna pêvajoya niha em îro carekê din piştî demekî dirêj li gel hev kombûn.
Em dibînin ku îro xeteriyek mezin li ser doza Kurd û Kurdistanê heye. Dijminê me yê sereke, Dewleta Tirk a dagirker û hêzên din ên dagirker ji her milî ve di nava hewldana derxistina şerekî navxweyî ya kurdan de ne. Di van mehên derbasbûyî de hinek hêzên kurdî, bi nav PDK, li hemberî gerîla li gellek cihan ketine nava liv û tevgerê, heta ku şehadet jî di encama vê yekê de çêbûne. Ev pêşketinên pir ciddî û xeter in. Kiryarên bi vî rengî, ji bilî dijmin, xizmeta ti kesî nakin û em li ser vî esasî rica dikin ew hêz diyalog di nava xwe de destpêbikin, li şûna ku ber bi şerekî nû ya navxweyî ve biçin. Di vê demê de şerekî berfireh di navbera gerîla û pêşmerge de derkeve, wê tenê yek yan du hêzan bandor neke, wê bi hemu gelê kurd bide winda kirin. Divê ev were dîtin û li gorî vê gavên pêwîst bên kirin. Wekî hêz û rêxistinên kurdî, nêrîna me ya siyasî çi dibe bila bibe, divê helwesta me ya li hemberî dagirkeriyê û ji bo parastina xakê yek be.
Di civîna xwe ya îro de me li ser gellek mijaran nîqaş kir û li gorî vê yekê me hem helwesta xwe ya hevbeş, hem jî plansaziya pêşiya xwe zelal kir. Li gorî vê em van xalan bi raya giştî re parvedikin:
1. Li hemberî dagirkeriyê, bi taybetî li dijî dewleta tirk divê helwesta me yek be. Em yekitiya xwe li ser esasî dijminatiya xwe hemberî dagirkeriyê xurt bikin û pêşbixînin.
2. Di salvegera Berxwedana Rûmetê de em dilsoziya xwe ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê diyar dikin.
3. Ji bo danasîn û mehkumkirina sucên şer ên dewleta tirk, bi taybetî bikaranîna çekên kîmyawî li hemberî gelê Rojava, Başur û gerîla, em ê dest bi xebatê bikin.
4. Êrîşên PDK li ser gerîla di van mehên dawî de ku di encama wan de 9 gerîla şehîd bûn em bi tundî şermezar dikin û em bang li PDK dikin ku demildest ji bo berjewendiyên Kurd û Kurdistanê dest ji van kiryaran berde.
5. Ji bo pêşxistina helwestên ciwan û civak ji bo yekitiya netewî di têkoşîna li hemberî dagirkeriyê de em ê xebatekê berfireh di van mehên pêşiya xwe de bimeşînin. Her wiha em ê komxebatek li ser vê mijarê di asta Rojavayê Kurdistanê de lidarbixin.”