QAMIŞLO – Ciwan bingeha xweparastina civakê ye. Civaka exlaqî û polîtîk hebûna xwe dispêre hêza ciwanan. Ciwanên ku perverdekirî û rêxistinkirî çîmentoya parastina rewa ya civakê ne. Tenê ne li hember dijmin li hember zîhnîyeta zilam û erksalariyê jî xweparastin ferz e.
Jinên Ciwan di vê çarçovê de giraniyê didin perverda xwe parastinê. Îro bi heman armancê ve li Qamişloyê komeke jinên ciwan perverda çekan dîtin.
Perverda pratîkî ya çekan de di heman demê de wateya xweparastinê jî ji aliyê jinên ciwan ve hate vegotin.