RIHA – Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurên wê 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû li ber Edliyeya Rihayê nobeda xwe ya ji bo edaletê dewam dike.
Ji ber ku Edliyeya Rihayê di roja 223’an de ya Nobeda Edaletê girtî ye, malbata Şenyaşar çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir.
Li ser navê malbatê li ser Twitterê jî ev peyam hate belavkirin, “Êrişa li ser kargeha me û komkujiya li nexweşxaneyê, rastî ye. Kujer di bin parastina parlamenteran de bin jî wê rojekê li pêşberî dadgeriyê hesab bidin.”