NAVENDA NÛÇEYAN
Aysel AVESTA nivîsand —
Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîn û pêşbîniya xwe komploya navdewletî ya 9’ê Cotmeha sala 1998’an vala derxist.
Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîn û pêşbîniya xwe komploya navdewletî ya 9’ê Cotmeha sala 1998’an vala derxist.
Hêzên hegemon bi vê komployê plan dikir ku di şexsê rêberê gelê Kurd de hemû astengiyên li pêşiya pergala xwe ji holê rakin. Lê hesabên wan li bin guhê berxwedaneke mezin ket. Bi hezaran kes li seranserî cîhanê bi hêrseke mezin daketin qadan û li dijî vê bêbextiya nevdewletî têkoşiyan. Yên pêşengiya vê berxwedana mezin kirin jî cangoriyên “kes nikare roja me tarî bike” bûn. Wan bi canê xwe xelaka ji agir çêkirin û nehiştin komploger bigihîjin mexsed û miradê xwe.
Her çend komplo negihiştibe armanca xwe jî, lê hîn jî ev komploger li ser kar in. Di sala 2019’an de roja salvegera 9’ê Cotmehê dewleta Tirk êriş bir ser bajarên Serêkanî û Girê Spî. Heman dewleta Tirk di sala 2020’an de jî bi piştgiriya PDK’ê û hikûmeta Îraqê li dijî destkeftiyên Şengalê peymaneke qirêj morkirin. Li gel berxwedana li dijî van hêzên desthilatdar hin jî metirsiya li ser van herêman û destkeftiyên gelan dewam dike.
Parçeyek ji vê konseptê ango berdewamiya vê komployê jî êrişên li dijî hêzên parastina azadiya Kurdistanê ye. Ji êvara 23’ê Nîsana 2021’an ve artêşa Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên parastina medyayê dest bi êrişên qirkirinê kiriye. Dewleta Tirk di van êrîşên xwe de bi mehane li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê didomîne, hemû qanûnên navneteweyî binpê dike û sûcê şer dike. Rojane li dijî gerîlayên Kurdistanê çekên kîmyewî bikartîne. Herî dawî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya meha Tebaxê heta Tîrmehê de aşkera kir ku dewleta Tirk 157 caran bi çekên kîmyewî êrîş birine ser gerîlayan.
Em di nûçeyan de jî rojane dişopînin ku artêşa dagirker bênavber li dijî gerîla li tûnelên şer gaza jehrî û çekên qedexekirî bikar tîne. Bi van çekên qedexe xwezaya Kurdistanê jî talan û wêran dike.
Beriya du salan me di êrişa li dijî sivîlên Serêkanî û Girê Spî de jî dît, bê çawa Mihemedê piçûk bi awayekî hovane hat şewitandin.
Qîrîna wî li asîmanan olan dida. Di sala 2018’an de li Efrînê artêşa Tirk çeka kîmyewî û gaza fosfor a qedexe bikaranî. Li ser bedena bi sedan mirovan şopên gaza qedexe hat selmandin.
Sala 1999’an dîsa artêşa Tirk li ser gerîlayan çeka kîmyewî bikar anî û li herêma Şirnexê di hundirê şikeftekê de 20 gerîlayên azadiyê hatin qetilkirin. Di navbera 22-24’ê Cotmeha 2011’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li Geliyê Tiyarê 36 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmyawî hatin şewitindin û cenazeyên wan bi mehan li morga Meletî nedihatin teşhîskirin.
Bêgûman dema em li dîroka Kurdan dinêrin em dibînin ku gelek caran çêkên kimyewî hatine bikaranîn. Dîroka bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî Kurdan xwe dispêre salên 1920’an. Li Kurdistanê ne tenê artêşa Tirk, her wiha hêzên din ên dagirker û mêtinger jî di demên cuda de gaza jehrî û çekên kîmyewî li hemberî civaka Kurd bikar anîne. Mînaka vê ya herî bi êş jî Helebce ye. Li Helebceyê nêzî 5 hezar mirov ji aliyê Rejîma Seddam Hiseyîn ve hatin qetilkirin. Ya balkêş jî ewe ku hêzên qaşo xwe weke parazvanên mafên mirovan pênasedikin, li hemberî vê hovîtiyê xwe kerr û kor kirine. Lê di serî de gelê kurd û dostên wê divê her mirovên ku ji xwe re dibêjin em mirovin li hemberî vê hovîtiya rabin. Ji ber ku niha di şexsê civaka Kurd de, wijdan û exlaqê mirovahiya pêşverû tê jarkirin. Li hemberî vê hovîtiyê bêdengî şirîkatiya sûc e.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA