NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyekî ve rêzeşewatên ku herî dawî pêk anîne parvekir.
Daxuyaniya Zarokên Agir wiha ye:
Hemleya çok danînê ya ji agir me daye destpêkirin heta faşîzmê têk bibe wê berdewam bike. Em wekî zarokên dayîka Taybet û birayên mirovên di bodromên Cizîrê de hatin şewitandin, jinên Kurd yên hatin tecavuz kirin û di kolanan de hatin tazî kirin, zarok û dayîkên me yên di bin panzeran de hatin pelçiqandin emê her roj hesabên wan ji we bipirsin.AKP-MHP û hevkarên wan wisa difikirin bê ku bedelên kiryarên xwe yê Kurdistanê bidin wê biçin lê bila baş bizanin ku her roj wê di nava agirê cehennemê de bişewitin. Em wekî Înîsiyatîfa Zarokên Agir bang li hemû gelê Kurd yên ku di dilê xwe de agirê tolê dihewîne dikin werin em vî agirî geştir bikin.
Berfirehîya Şewatan;
-17.10.2021 Li Mugla navçeya fethiye kargeha berhemê pilastîk ya bîlal erdogan yê faşist,
-18.10.2021 Li Bursa navçeya înegol fabrîqaya bi nave İNKA ya mobîlya û aksesuarê ya akp’yîyan,
-18.10.2021 Li Duzce herema organiza sanayî fabrîqeya hilberîna enerjî dike ya mhp’yiyan,
-18.10.2021 Li Dîlok herema 2. organize ya sanayî fabrîqeyek ta ya akp’yi yên çete,
-19.10.2021 Li Denizli navçeya acipayam depoyek bi navê petlas a lastîkan ya dijminê kurdan.
-19.10.2021 Li İzmir Seferihisar û Konak du erebeyên mhp’yiyan hatin şewitandin.