TEBQA – Bi pêşengtiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan Tebqayê, bi dehan ciwan meşeke meşaleyê ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên êrişên nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist. Ciwanan piştgiriya xwe li çalakiya li dergehê Sêmalka re nîaşn da.
Meşa ciwanan ji pêş Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya dest pê kir. Di meşê de meşale, wêneyên şehîdan, alên ciwanên şoreşger, alên Partiya Sûriya Pêşerojê û pankartên “Na ji dagirkeriya Tirk re û ka em şoreşa xwe biparêzin”, “Dîrok dê sûcên wê yên derexlaqî binivîse” hatin hildan.
Meş li ber navenda çand û hunerê ya li naverasta bajêr rawestiya û endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ebdulqadir El-Selecî daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin, her wiha gefên dewleta Tirk û yên AKP’ê ku dê êrişên leşkerî yên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne red dikin.
Em li kêlek malbatên şehîdan ên li pêş dergehê Sêmalka protesto dikin disekinin, her wiha li rex dayikên xwe yên cenazeyên zarokên xwe dixwazin ku bi guleyên îxaneta PDK’ê di kemînekê de şehîd bûbûn, disekinin.
Em ciwanên şoreşger û jinên ciwan ên Tebqayê em ê li hember planên mêtingeriyê hişybar bin. Li dijî her kesên ku dixwazin êrişî xaka me bikin em ê di yek xendeqê de li kêlek hêzên gerîla û QSD’ê bisekinin û hemû sûcên ku Erdogan û çeteyên wî li dijî gelê me dikin, eskere bikin, heta em vê dagirkeriyê ji xaka xwe re têk dibin û rêberê xwe rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad dikin.”