MEXMÛR – Li Wargeha Mexmûrê Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi merasîmek hat bîranîn. Di bîranînê de diderabarê jiyana Gulnaz Karataş da sinevîzyonekî hate pêşandan û soza domandina têkoşînê hatedayîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Bêrîtan linavenda Malbatê Şêhîdan bi merasîmek hat bîranîn. Merasîm li Saziya malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan şîniyên wargehê û bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin.
Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Bêrîtan hatibû amadekirin hat temaşekirin.
Merasîma bîranîne bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘ Şehîd Namirin’ bi dawî bû.