PARÎS – Bi pêşengtiya aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bonliya Vîllîeres Le Bel a paytexta Fransa Parîsê çalakiyek hate kirin.
Ciwanan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li bonliya Vîllîeres Le Belê bi qasî 15 deqeyan rê li trafîkê girtin, êrîşên dewleta Tirk a dagirker a bi çekên kîmyewî ya li ser gerîla protesto kirin.
Ciwanan anî ziman ku heta azadiya Ocalan wê li qadan bin û belavok belav kirin.