LONDON – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) li paytexta Îngilistan Londonê di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan belavok belav kirin.
Ciwanan danê êvarê belavok xistin qutiyên postayê yên malan û danîn ber camên wesayitan.
Ciwanan diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wê her tim çalakiyan li dar bixin û destnîşan kirin ku azadiya Rêber Ocalan nêz e.