QAMIŞLO – Festîvala Jinên Ciwan ya Şehîd Stêrvan a 3. bi coş û moralekî mezin ve destpê kir.
Festîvala Şehîd Stêrvan ya sêyemîn îro bi tevlêbuna sedan jinên ciwan ve li Qamişloyê dest pê kir.
Festîvala Jinên Civan li ser asta Herêma Cizîrê hatibû organîze kirin li Melaba Hesen Kiço dest pê kir. Axaftina destpêkirina Festîvalê ji aliyê kordînasyona Jinên Ciwan ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê, Ferîde kir. Piştê hevala Ferîde Endama Kongra Starê Rîhan jî axaftin kir.
Festîvalê de Jinên Civan govend gerandin û Stran guhdar kirin. Mijareke rojeva festîvalê jî êriş û gefên dewleta Tirk yên herî dawî bûn. Jinên ciwan bi siloganan ve bertek nîşanê faşîzma Tirkan da û diyar kirin ku ew ji bo parastina axa welatê xwe her demê zêdetir amade ne. Fêstîfalê de tim û tim siloganên “Jin jiyan Azadî ” û “Bijî Serok Apo” tên avêtin.