DÊRA ZOR – Li gorî çavkaniyên xwecihî, kesên nenas bi motorsîkletê li nêzî rêya Hiweyce ya bajarokê Zeybanê li du ciwanan reşandin. Hate ragihandin ku di encama vê êrişa çekdarî de ji ciwanan Fewzî Şerîf El Ubeyd jiyana xwe ji dest da, ciwanek jî bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.