STENBOL – Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha ji xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn serlêdana ji bo hevdîtinê kirin.
Serlêdana ku li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate kirin ji bo hevdîtina roja Duşemê ye.
Malbatan her wiha bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dan û daxwaza hevdîtinê kirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de karîbû muwekîlê xwe bibînin.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan herî dawî bi rêya telefonê karîbû di 27’ê Nîsana 2020’ê de bi biryarê xwe re biaxive, lê belê axaftina bi telefonê nîvco hatibû hiştin.