KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Kobanê şermezar kir, ku di encamê de 2 ciwan şehîd bûn û 3 kesên din birîndar bûn.
Daxuyanî li ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Firatê ya bajarê Kobanê bi beşdarûna bi dehan ciwanên hate xwendin. Ciwanan wêneyên şehîd Hemze û Faris rakirin.
Hemze Hemze û Faris Mezê di 20’ê Cotmehê de li taxa Kobaniya Nû di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, her wiha 3 kesên din birîndar bûn û di nav de hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê Bekir Ceradê.
Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li herêma Firatê Mihemed Mehmûd daxuyanî xwend û tê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê Kobanê şermezar kir û diyar kir ku armanca êrişê ew e ku tirsê di nava gel de belav bike.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Dewleta Tirk li pêşberî berxwedana lehengane ya gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê têk çû, her wiha nikarî bi rêya destwerdana leşkerî ya yekser li herêmê planên xwe pêk bîne. Ji ber wê yekê serî li hedefgirtina sivîlan bi balafirên bêmirov da.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê têkoşînê dewam bikin û rêya şehîd Hemze û Faris bişopînin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker wê nikaribe vîna gel bişkîne. Gelê Kobanê û tevahî herêm dê nehêle dagirkeriya Tirk di planên xwe de bi ser bikeve û dê xayînan ji herêmên xwe derxe.
Di berdewamiya daxuyaniyê de, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê a herêma Firatê Mihemed Mehmûd bang li hemû ciwanan û gelê Kurd kir ku li dijî faşîzma Tirk têkoşînê bilind bikin, berxwedanê bidomînin û tevahî xayînan ji nav xwe derxin.