QAMIŞLO – Navê min Rîhan Temo berdevka komîteya Ekolojîk ya Kongra-Star ya Bakur Rojhilatê Sûriyê me.
Di serî de 28’emîn salvegera heval Bêrîtan Hêvî bi bîrtînin, bi rêzdarî em hemû hevalên ku di xeta şehîd Bêrîtan de di şoreşa Rojava de gihîştin şahadetê bi bîrtînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Berxwedan û têkoşîna heval Bêrîtan em ji xwe re weke mîrasekê dibînin û li ser wê xetê di nava têkoşînê de ne û dibe sedem ku israra me ya têkoşîna azadiyê hîn zêdetir be.
Di hemû şoreşên dinyayê de û di şoreşa Rojava de jî, her tim xeta Berxwedan û îxanetê bi hev re meşiyane. Em jî weke gel û bi taybet jinên Rojava heval Bêrîtan xeta xwe ya berxwedanê pênase dikin. Xeta heval Bêrîtan li hember îxanetê û desthildaran xeta têkoşînê ye.
Di sala 1992’an de bi sê aliyan ve êrîşî tevgera azadiyê kirin ji bo ku wan bitepisînin, îrade û israra jin ya ji bo azadiyê tune bikin, û bi taybet jî dewleta Tirk her tim koletiyek pir tund li ser jinê dide ferz kirin. Di Başûrê kurdistanê de jî hin kevneşopiyên civakî yên ku jin biçûk dibînin û her wê bi rengê koletiyê nasdikin, lê bi şihadeta Heval Bêrîtan hêrs û kîna me li hember van hêzan zêde bû.
Di her qad û her xebatê de emê bi rihê şehîd Bêrîtan tevbigerin heya dema ku em jî bigihêjin azadiyê.
Bi rastî jî şihadeta heval Bêrîtan û bi nasnameya jinek kurd deng veda, şihadeta heval Bêrîtan ji ber ne qebûl kirina xeta îxanetê û teslîmiyetê ve bû. Ji wê salê de ( 1992 ) jin êdî dikare îradeya xwe xort bike û dengê xwe bilind bike.
Gelek Rêhevalên me yên ku ji bo me bûne sembol hene weke Rêheval Zîlan, Sakîne û gelek jinên kurd yên Rojava yê kurdistanê cihê xwe di nava têkoşînê de giritn û ji bo gelê xwe şehîd ketin. Em jî bi vê rihê her tevdigerin, xeta îxanetê wê tu car bi ser nekeve, bi israra ku xeta îxanetê bi sernekeve, li Rojavayê kurdistanê bi dehan Bêrîtan derketin, û hîn jî bi dehan Bêrîtan hene ku wê berxwebidin da ku bigihêjin azadiyê.
Carek din em dibêjin şahadeta heval Bêrîtan ji bo me soza israr kirinê ye, û em di xeta xwe ya Têkoşîn û berxwedanê de her bi israr bin. Emê hertim bi rihê şehîd Bêrîtan têkoşîn bikin.