NAVENDA NÛÇEYAN –
Fehîm Işik Nivîsand
Tezkereya ku ji alî aqlê AKP û MHP’ê hatiye amadekirin carekî din li meclisê ye. Ev car tezkereyê dixwazin ji bo Iraq û Sûriyeyê du sal, ji bo Lîbyayê jî salek dirêj bikin. Belê nav Iraq, Sûriye û Lîbya ye, lê di esasa xwe de sedem şerê li dijî kurdan e.
Wisa dixwuyê ku ji xeynî HDP’ê muxalefeta li dijî AKP’ê ew ê carek din piştgiriya tezkereyan bike. Meral Akşenerê yek ji berpirsa cînayetên salên 90’î piştgiriya xwe aşkera kir. Kemal Kiliçdaroglu yê serokê partiya damezrêner û parezvanê statukoyê jî ew ê îhtîmalekî mezin, piştgirî bide tezkereyan.
Divê em bi siyaseta vê muxalefetê şaş nebin. Ew karê xwe dikin. Derdê wan tenê dûrxistina Erdogan e. Dizanin, Erdogan êdî zirar dide statukoyê wan. Ji ber wê yekê jî bêyî ku zirar ji niha mezintir bibe, dixwazin ji Erdogan xilas bibin. Rê û olaxa vê yekê digerin.
Rast e, dizanin dema bixwazin Erdogan bibin, pêwîstiyê wan bi kurdan heye. Ev yek bi taybet, di hilbijartinên şaredariyan de bi xurtî hat dîtin. Ev gavên dûmahî ku avêtin, ango ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nîşandayîna meclisê jî, encama vê siyasetê ye. Piraniya rêxistin û partiyên kurdan dijberiya vê siyaseta wan nekir. Heta ji bo gavavêtinê cesaret dan wan.
Niha hin alî dibêjin, ev siyaseta CHP û Îyî Partî çi ye? Mirov çawa dikare piştgirî bide wan.
Yên vê pirsê dikin ne neheq in. Bêgûman, divê em vê durûtiya wan bidin rûyê wan. Divê ew jî bizanibin ku erêkirina tezkereyan, erêkirina şerê li dijî kurdan e. Erêkirina tezkereyan, erêkirina dagirkirina Kurdistanê ye. Di vî warî de bi qasî misqalî zere şik nîne. Lê bi tevî vê rastiyê, divê behsa aqlê siyaseta kurdan jî were kirin.
Kurd di dema hilbijartinên şaredariyan de piştgirî dan CHP’ê, dizanibûn CHP çi ye, çi nîne. Ne xerîbî CHP’ê bûn. Wê demê Îyî Partî pozbilindî kir, HDP’ê jî li wan cihên ku Îyî Partî namzetan derxist, namzedên xwe paşve nekişand û hema bêje li hemûyan Îyî Partî winda kir. Li wan cihên ku piştgirî da CHP’ê jî, AKP’ê winda kir.
Helwesta piraniya partî û rêxistinên kurdan, aşkera ye. Dixwazin, Erdoganê têk bibin. Feqat hêza wan tena serê xwe têrî vê yekê nekir. Hemû cîhan, muxalefeta navxweyî, dewletên ewropî, Rûsya û DYA, ji bo berjewendiyên xwe piştgirî dan Erdogan. Eger ne wiha ba, kurd dikaribûn tena serê xwe Erdogan têk bibin. Ev nebû. Niha jî ji bo dersekî mezin bidin Erdogan, hin pêngavan diceribînin. Ev ceribandin, encax bi helwesta muxalefetê ve dikare serbikeve. Eger muxalefet di helwesta xwe de guherînan pêk neynin, ji bo çareseriyek mayînde dest bi kar nebin, ew meclisa ku wekî navnîşan aşkera kirine bi rastî nekin navnîşan, çawa Erdogan ji kurdan sîle xwar, ew ê jî heman sîleyê ji kurdan bixwin.
Hisabê muxalefeta ku piştgirî didin tezkereyan diyar e. Ew, ji ber parastina statuyo welatê xwe, vê gavê diavêjin. Her wiha, dixwazin kontrola arteşê jî bi vê erêkirinê re bigirin bin bandora xwe û li hember Erdogan cesaret bidin wan. Ev belkî wekî taktîkek tê famkirin. Lê ger tênegîhijin startejiya Erdogan, ew ê carekî din Erdogan xurt bikin.
Ew bi kêfa xwe ne. Eger ew rastiya kurdan nebînin, kurd jî dikarin wan nebînin.