NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cafer Şervan diyar kir Şerê Cîhanê yê III’an ku hêzên serwer diyar rê ve dibin wê guherînên nû neyîne Rojhilata Navîn wê bi xwe re zêdetir hilweşandin û mirinê bîne û got, ”Bêyî ku guh bidin daxwazên gel li Iraqê û Sûriyê wê pergalên nû yên siyasî nikaribin ava bibin.”
Dema ku mirov dêhnê xwe bide karakterê sereke yê Şerê Cîhanê yê III’an ku hêzên serwer diyar dikin di pergala nû de ku wê were avakirin diyarker çiye?
Di roja me de ku tê xwestin pergala nû ya cîhanê û globaliya kapîtalîst li her deverê were serwerkirin rengê şerê eniyan guherî. Di berjewendiya wan de ye ku nakokî û şerê di navbeyna hêzên serwer ên kapîtalîst de bi asta kêm be û li salan berbelav bie. Li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê III’an bêyî ku tiştekî ji xwe kêm bike wê bidome. Şerê li derdora DYE, Rûs û Çîn wê guherînên nû neyînin Rojhilata Navîn, zêdetir hilweşandin û mirinan bi xwe re bînin. Pergala ku wê nû were danîn wê ne bi destê hêzên kapîtalîst lê hêz û tevgerên ku pêşengiya têkoşîna gelan dikin were danîn. Zela bû ku bêyî ku guh bidin daxwazên gelan li Iraq û Sûriyê ku qadên şer ên Rojhilata Navîn wê pergala nû ya siyasî neyê danîn.
Di atmosfera kaosa berdest de dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP’ê jî aktîf e, dikarê çi qasî dîtir vê bi pêş ve bibe?
Desthilata AKP-MHP’ê hemû defetên dewletê jî dida pişta xwe û hewl da ku li Rojhilata Navîn û Kafkasan qadên nû yên mêtingeriyê çêbike. TC li gel krîza pirhêlî jî li naverasta hêzên serwer kete şerê ku tiştekî ji xwe re bistîne. Hêzên navnetewî fersend nedan ku eniyên nû yên şer ava bike, li Libya, Efganîstan, Deryaya Spî ya Rojhilat tevgera wê ya leşkerî sînordar kir, kir ku bi paş ve gav bavêje.
Dibe ku li wan qadan wiha be lê li ser êrîşên îmha û înkarê yên li ser Kurdan dengê xwe dernaxin, çima?
Tirkiye ji ber ku endama NATO’yê ye dewletên DYE û YE’yê her cure desteka teknîk û çekan didin polîtîkayên qirker ên Tirkiyê yên li ser Kurdan. NATO li dijî Rûsya û hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn her demê wê bixwaze ku Tirkiyê bi kar bîne. Desthilat AKP-MHP’ê dema ku êrîş anî ser hêzên Rojava ku derba kuştinê li DAÎŞ’ê dan, bêdeng ma.
Gelê Kurd û PKK pêşengiya têkoşîna demokrasî û azadiyê dikin li Rojhilata Navîn. TC ya ku êrîşê tîne ser hêza ku pêşengiya hêviya azadiyê ya gelan dike bi desteka NATO’yê ye.
Ji ber vê her çendî girîng be jî ku dewleta Tirk a faşîst ketiye ser texta hedefê, bêyî ku xwe bispêrin pergla kapîtalîst, bi hêza xwe Kurd wê têkoşîna xwe domdar bikin û bi ser bikevin.
Şoreşa Rojava wê bibe sedem ku li Rojhilata Navîn şoreş çêbibin, bandora xwe wê çi be?
Li Rojhilata Navîn statûkoyeke pir tund heye û dewlet bi vê statûkoya li ser Kurdistanê serweriyê dikin, ev dewlet naxwazin ku hevsenga wan biguhere. Hêzên navnetewî jî li bara têkoşîna Kurdan lê digerin ku bi dewletên herêmê re li hev bikin. Tirkiye, îran, Iraq, Sûriye dema ku mijar dibe daxwaz û berxwdana Kurdan hemû nakokî û şerê xwe dikarin li aliyekî deynin û bi hev re tevbigerin. Niha weke berê nikarin bi hev re tevbigerin û nakokiyên wan zêde bûne. Ji ber vê zehmet bûye ku li dijî tevgera me bi hev re tevbigerin. Kurd, bi Şoreşa Rojava re gaveke girîng dane ber xwe ku bi gelên herêmê re li ser zemîneke hevpar li dijî hêzên dagirker bi hev re tevbigerin. Meseleyên Kurdan û Ereban her ku diçe çareser dibin. Iraq jî heta bi astekê mijara Kurdan çareser kiriye, ji astengbûnê derxistiye. Deweleta Iraqê ku meseleya Kurd çareser kirî, bi dewleta Tirk a mêtinger re hevkariyê nake û bi ser Kurdan de nayê. Têkiliyên Kurd û Ereban ku ku gihaşiye asteke stratejîk ku rastiyên berbiçav û Şoreşa Rojava derxistî holê, zemîna tifaqa Kurdan û Ereban a domdirêj ava kir.
Şoreşa Rojaa naşibe tevgerên gel ên li Efganîstan û Rojhilata Navîn. Bû şoreşeke ku hemû hêzên enternasyonalîst ên cîhanê bi bezê werinê û temsîla şoreşa demokratîk û pêşverû ya mirovahiyê. Şoreşeke wiha ye ku gellê xwedî derketin û parastina wê dikni. Ji vî alî ve pêşengiya têkoşîna berxwedanê ya gelên Rojhilata Navîn dike. Şoreşa Rojava bi raman û feslefeya Rêbertî jiyanî bû, bi vê bingehê dikare bandorê li ser gelên Rojhilat Navîn bike. Serdema avakirinê ya Şoreşê çêbû, niha bi rêveberiya xweser û hêza berevaniyê berbiçav bû.
Li Rojava di hemû rêxistiniya civakî û avakirinê de demokrasî weke nêzîkatiya herî sereke tê xuyakirin, geşedaneke girîng ku gel ji xwe re dikin mînak ev e. Di serî de jin û ciwan bi asta pêşengiya civakê ji alî perwerde û rêxistinî ve serkeftineke mezin hate bidestxistin.
Li ser nakokiyên TC’ê û DYE’yê û hewldana ku bi Rûsya re têkiliyê deyne fikra we çiye?
Faşîzma AKP-MHP’ê her carê enyî lîstikê datîne lê vê carê hevalbendê wan ê stratejîk lîstika wan aşkere kiriye. Bi qasî berê nema destekê dibîinn. Erdogan xwe hazir kiribû û çûbû DYE’yê, vê carê jî ji bo ku wê bi Bîden re hev bidîta gelek mesref kiribû, ji bo danasîna pirtûkê jî gelek pere ji qesaya dewletê veqetandibû. Xwestin ku ji xwe re şowekê bikin. Dawiyê Bîden pê re nerûnişt jî, bi asta herî kêm hevdîtin kirin û ew şandin, ango destvala vegeriya. Bîden destnîşan kir ku hebûna xwe ya li Bakur-Rojhilatê Sûriyê bidomînn û her wiha pozîsyona tehdîdê ya TC’ê destnîşan kir, ev sinyala guherî polîtîk a bi asteke girîng e.
Şefê faşîst Erdogan ku ji DYE’yê tişta ku dixwest nedît, di cih de xwe avête ber Rûsya. Bi qasî ku tê dîtin ji wir jî desteka ku dixwest nestand. Daxwazên Rûsya bi cih neanîn, berê çeteyên xwe didin her deverê û ji vê tê fêhmkirin ku peymana wan xira bûye. Mijara Idlibê her ku diçe wê were rojevê û Rûsya, bi rejîmê re wê operasyonên hevkar bike. Tê dîtin ku Îran jî wê desteka aktîf bide van operasyonan.
Çima dixwaze dîsa têkiliyên xwe yên bi dewletên Ereb re xweş bike?
Bi destûr û beralîkirina DYE’yê tê xwestin ku Misir, Siûdî û welatên din ên Ereb dîsa werin cem hev. Divê mirov bibîne ku TC dixwaze eşîrên Ereb ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji Rêveberiya Xweser dûr bigire. Dibe ku encamên wiha taloke bi xwe re bîne.
Rêveberiya Xweser li dijî vê dikare çi bike?
Têkiliyên dîplomatîk ên Rêveberiya Xweser ên bi welatên Ereb re wê vê pêvajoyê berevajî bike. Ji vî alî ve têkiliyên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya bi Rûsyayê re û peymanên ku wê deynin wê hesabên dewleta Tirk xira bikni. TC ti caran wê nikaribe têkiliya stratejîk ku Rûsyayê bi rejîmê re danîye, ava bike, her carê wê hewl bide ku tawîzê ji wan bistîne. Girîng ku Rêveberiya Xweseri bi asteke ku ji nakokî û şerê dewletên sûd werbigire bi Rûsyayê re têkilî deyn.e Li gel ve dibe ku pêngavên rejîmên yên li ser Idlib û Derayê stratejiya zextê ya li ser Rojava zêdetir bike.
Di sala 100’î ya Peymana Lozanê de pêvajoyeke çawa li ber gelên Rojhilata Navîn e?
Sînorên ku bi Peymana Lozanê re çêbûne, li gel fermîbûna xwe jî bi fiîlî li gelek qadan guherîn û dagirkirin hene. TC bi destûra NATO’yê xaka Iraq û Sûriyê dagir dike, ev nîşaneya vê ya aşkere ye. Şerê Cîhanê yê III’yan a bi navenda Rojhilata Navîn bi guherînên taktîk û hevsengên nû didome. Li qadên Iraqê û Sûriyê şer û nakokî zêdetir in. Hêzên serwer ên heremî wê van qadan li gorî berjewendiya xwe bi kar bîni. Encamên hilbijartinê yên Îran û Iraqê wê vê rastiyê neguherînin. DYE ku li Iraqê hijmara hêza leşkerî kêm kiriye, qada PDK’ê ya Başûrê Kurdistanê wê zêdetir bi kar bîne. Îran û Tirkiye, bi planeke ku DYE jî di nav de dibe ku werin pêşberî hev. Piştî ku DYE ji Efganîstanê vekişiya, nakokiyên di navbeyna van du hêzan de zêde bûne û li qadê li ser bingehên cuda tevdigerin. Tevgera li ser sînorê Îranê û Azerbaycanê jî nîşan die ku pêvajoyeke wiha ji niha ve hatiye destpêkirin. Îran dixwaze bandora xwe ya li Rojhilata Navîn zêde bike, li dijî polîtîkayên DYE û Isarîlê, di serî de li Iraqê, li Sûriyê û Îranê dixwaze xwe xurt bike û zû bigihije encamekê. Ji vî alî ve tê dîtin ku li qadên Iraqê û Sûriyê bi maneya stratejîk wê bikeve pêvajoya hesabdîtinê.
Tifaqa Ergenekonê ya AKP-MHP’ê bi xeta Ittîhan Terakkî li ser herêmê dixwaze serwer bibe. Rojanebûna Lozanê tîne rojevê dixwaze xaka berê ya Osamnî dîsa bi dest bixe. Gelê Kurd û tevgera azadiyê ku li Rojhilat Navîn bûne ronkahiya gelan dikin hedef. Dawiya Erdogan-Bahçelî yên faşîst ku dixwazin ji nû ve împaratoriyê ava bike wê ji ya Enver-Talat ne cudatir be. Ji vî alî ve wê hinekî bêhna gelên herêmê wer ber wan. Dewleta Tirk a faşîst li hundir û derve li ber hilweşandinê ye.
Ji bo vê jî li hemû qadan şer gur dike, nîjatperestiyê bi kar tîne û bi vê dixwaze temenê xwe dirêj bike. Gerîlayên azadiyê şerê wan ê teknîk û psîkolojîk têk dibe, weke berê çeteyên li Sûriyê nikare bi kar bîne. Her wiha ji ber ku li qada navnetewî her ku diçe li derve dimîne ew manewrayên bere jî nemane. Li hundir ketiye rewşeke wiha ku hiqûq nemaye, ji hêla aborî ve jî hewceyî derve ye.
ÇAVKANÎ: ANF