SILÊMANÎ – Ciwanên Başûr li dijî tecrîdê di tevgerê de ne.
Tecrîda li ser Rêberê gelan li her derê bi şêwazên cûda cûda tên protesto kirin. Ev protesto taybet bi pêşengtiya ciwanan de li her derê welat belav dibe.
Herî dawî ciwanên Başûrê Kurdistanê bi heman armancê ve daketin qada.
Li herêma Raperînê ciwanan li pêşiya zanîngehê standa pirtûka vekirin. Gel û ciwanên der dor eleqeyeke mezin nîşanê standa ciwanan da.
Ciwanan diyar kir ku heta Azadiya Rêber Apo dê çalakiyên wan bidomin.