HOL – Pêşbaziya ku Desteya Ciwanan û Werzîşê ya navçeya Holê bi navê şehîd Sahir El-Siwêleh orgenîze kir, bi dehan ciwan û endamên kluba werzîşê tev lê bûn.
Beşdar li ketina bajarokê Um Hicêre yê girêdayî navçeya Holê kom bûn û ber bi çerxeriya Holê ve bazdan. Şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî di pêşbaziyê de amade bûn.
Li çerxerêyê endama rêveber a Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Hesekê Besme Mihemed axivî û çalakiya pêşbaziyê li her kesî pîroz kir û got, armanca sereke ya ji van pêşbaziyan zindîkirina werzîşê ye.
Serokê Kluba Holê ya Werzîşê Ela Xelef jî axivî û da zanîn ku ev gav ya yekemîn e û dê gelek çalakî li navçeya Holê li dar kevin û wiha got: “Kesên ku bi ser bikevin nûnertiya hemû herêmê dikin û em spasiya hemû kesên destek da vê çalakiya ku li navçeya Holê hatiye orgenîzekirin, dikin.”
Bavê şehîd Sahir El-Siwêleh, Fewaz Siwêlih ev pêşbazî li beşdaran pîroz kir.
Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Hesekê wêneyê şehîd Sahir El-Siwêleh pêşkêşî malbatê kir.
Di dawiyê de komîteyê kesên di astên yekemîn de bi ser ketin, xelat kirin.