NAVENDA NÛÇEYAN – Têkildarî mijarê QSD`ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek parve kir û tê de wiha got:
“Duh (23ê Cotmehê 2021), 3 şervanên me yên ku ji Sirrînê bi armanca tedawiyê çûbûn Kobanê, di rêka vegerê de, di derdora saet 17:40`an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî êrişê hewayî (SİHA) hatin. Di encama vê êrîşê de şervanên me bi navê Hozan Qamişlo, Gelî Heleb û Amed Efrîn gihiştin şehadetê.”