RIHA – Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 230’emîn de didome. Malbat, ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtiye, li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê nobeta xwe didomîne.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir:
“Em bi serdema herî bêedalet a dîroka komarê re rûbirû ne. Her tişt li holê ye lê kes hesabê napirse. Hesreta civakê ya herî mezin EDALET e.”