HELEB – Şehîd Berîtan ango Gulnaz Karataş bi sekna xwe ya li dij îxanetê ji bo gel û taybet jinên Kurd bû nîşaneya berxwedan û sekna bi rûmetê.
Xeta dij teslîmiyetê berxwedayinê ya ku Şehîd Berîtan ava kir ji bo jinên Kurd bû nexşerêyek û hezaran jin îro li ser wê nexşerêyê ber bi sibehên ronî ve dimeşin.
Her sal di 25’ê meha Cotmehê de gelê Kurd şehîda xwe ya leheng bi awayên cur bi cûr ve bi bîr tîne. Îsal bîranînên Şehîd Berîtan li her çar parçeyên welat û derveyê welat ji aliyên kurdîstaniyan ve rojan pêş de pêk hatin.
Taybet îsal jinên Ciwan di pêşengtiya organîzasyonên li van bîranînan dikin.
Îro li Helebê jinên ciwan ji bo salvegera şahadeta Şehîd Berîtan pêşengehek vekirin. Peşengeha ku di navenda jinên ciwan ya li Şêx Mexsûdê de pêk hat, bi tevlêbûna hemû saziyan û gelê herêmê ve pêk hat.