ŞEDAD – Dewre li navenda ciwanan a li navçeya Şedadê hate vekirin. 25 endam tev li dewreya perwerdeyê bûne. Dewreya perwerdeyê dê 30 rojan dewam bike. Kadroyeke pispor dewreya perwerdeyê bi rê ve dibe.
Ji rêveberên dewreya perwerdeyê Xidir El-Xeyrî diyar kir ku dewletên desthilatdar û dîktator dijberî fikrên neteweya demokratîk in û hewl didin aramî û ewlehiya herêmê xira bikin û hewl didin di nava ciwanan de madeyên hişbir, sûc û koçberiyê belav bikin.
Xidir El-Xeyrî destnîşan kir ku di dewreya perwerdeyê de dersên têkildarî şerê taybet ku civak û ciwanan dike hedef, her wiha çawaniya redkirina gotegotan dê werin dayîn.
Her wiha endamê kadroya perwerdeyê Casim El-Şiwêx jî got: “Armanc ji vekirina dewreya perwerdeyê ew e ku şerê taybet û rêbazên têkbirina wê, werin nasandin. Tê zanîn ku hin alî û dewlet, Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekser dikin hedef.”
Ji beşdarên dewreyê Mehmûd El-Elî jî wiha axivî: “Dewleta Tirk piştî ku di aliyên siyasî û leşkerî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bin ket, dest bi şerê taybet ê qirêjî li dijî gelên herêmê kiriye, nexasim ciwan. ”
Mehemûd El-Elî piştrast kir ku îsbata herî mezin ku dewleta Tirk şerekî taybet li dijî herêmê dimeşîne, gelek şane piştî ku ji aliyê QSD`ê ve hatin girtin, li xwe mikur hatin û diyar bû ku dewleta Tirk bi rêya wan civak û ciwanan dike hedef.