NAVENDA NÛÇEYAN –
Aysel AVESTA nivîsand
Dagirker dema dixwazîn civakekê tine bikin, destpêkê dest diavêjin dîroka wê. Ji ber hebûn û nasnameyên her civakê xwe dispêre rabihuriya wê.
Dagirker dema dixwazîn civakekê tine bikin, destpêkê dest diavêjin dîroka wê. Ji ber hebûn û nasnameyên her civakê xwe dispêre rabihuriya wê. Kurdistan jî yek ji wan weletan e ku xwedî dîrok û çandeke herî kevnar e. Li erdnîgariya Kurdistanê gelek cihên dîrokî hene ku şaristanî ji wan hatiye xwedîkirin. Yek ji wan deveran jî Girê Miradan ê li Xirabreşkê. Girê Mirada 15 km dûrî bajarê Rihayê ye.
Tê gotin ev dever beriya bi 12 hezar salan hatiye avakirin. Lê weke gelek deverên dîrokî yên Kurdistanê ew jî heta demeke dirêj ji hêla kesî ve nedihat nasîn. Di bin xibeyên vê deverê de dîroka hezarên sala veşartiye.
Wekî din, Sûra Amedê, Bedena Diyarbekirê jî yek ji wan deveran e ku li cîhanê dirêjtirîn bedena bajarî ye. Ji lewma ji bo dîtina vê bedenê, Amed bajarekî hêjayî dîtinê ye. Bi awayê avakirin û zexmiya xwe, bi nivîsên xwe, bi motîf û şiklên ku li rûyê kevirên wê hatine neqişandin, nîşaneyên şaristaniya 12 hezar sal berê lê têne xwendin. Li gorî dîrokzanan, Kela Hundir a ku li aliyê bakurrojhilat ve di nava sûrên Amedê de hatiye bicihkirin, xwe dispêre serdema Hûrî-Mîtanî. Bêguman bi dehan cih û warên wiha dîrokî li Kurdistanê hene û gelek dewlemendiyên wê yên binerd nehatine keşifkirin.
Ev jî nîşaneyên wê yekên e bê ka miletê Kurd miletekî çendîn qedîm e û xwedî dîrokeke dewlemend e. Ji ber wê, di serî de dewleta Tirk, dagirkerên Kurdistanê ji bo asîmlekirina vê civakê û vî miletî her rê û rêbaza qirêj ceribandine û diceribînin.
Heger em dîroka nêz bînin bîra xwe, dema destpêkê çeteyên DAIŞ’ê, êrişî Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûrî kir, ewilî deverên dîrokî ên mîna, Qela Semhan, Nebîhûrî û Girê Endarê ku tê gotin navê wê ji xwedawend Îştar tê, yên li bajarê Efrînê xira kirin.
Dîsa di êrişên li dijî Şengalê de li gel qub û mezargehan, gelek deverên dîrokî yên civaka Êzîdî teqandin. Yanî di Şer û êrişan de ne tenê mirov hatin qirkirin, di heman demê de xwestin bîra cîvakê jî tine bikin.
Niha jî li Bakûrê Kurdistanê dewleta Tirk heman tiştî dixwaze bi rêya projeyên cûr be cûr bike. Li aliyekî êrişên bi armanca dagirkirin û qirkirinê, li aliyekî şewitandina daristanan û li aliyê din jî werankirina deverên dîrokî. Bi van projeyan, dewleta Tirk dixwaze li Kurdistanê bîra civakê ji hole rake. Van rojên dawî li Sûra Amedê, siyaseteke gemarî tê meşandin. Li vê navçeya dîrokî di sala 2015´an de dema ku gelê Kurd biryara xwe bi rêvebirinê da, derketina derve hat qedexekirin. Ev dever bi mehan di bin dorpêçeke giran de ma. Gotin di cih de be, li vir kevir li ser kevir nema. Ji bo parastina Sûra dîrokî tam sed rojî berxwedaneke bêhempa hat kirin. Li her kolana wê, li ser her kevirekî wê, xwîna bi dahan keç û xortên Kurdan hat rijandin.
Dewleta Tirk tişta ku nikaribû bi şer li vir bike, niha dixwaze bi projeya Odeya Bîrê bike. Ev ne Odeya Bîrê ye, odeya tinekirina bîrê ye. 16’ê Cotmehê bi navê şêwekar Ahmed Guneştekîn pêşangehek hat vekirin. Yeqîn, bi van hewildanan dixwazin Kurdan bê bîr û mejî bihêlin. Ya ku mirovan diêşîne jî ew e ku di bin navê qaşo niyeta baş de vê dikin. Çawa di bin navê bendavan de Heskîf di bin avê de hiştin, dixwazin bi projeyên pûç û vala Sûrên dîrokî bê qîmet bikin. Lazim e ev yek bi ti awayî neyê qebûlkirin û destûr neyê dayîn ku li ser dîwarên ku xwîna Rozerîn û Gelhatan lê hatî rijandin, wêne bên daliqandin.