QAMIŞLO – Festîvala Şehîd Baran Mawa piştî roja sêyemîn li Qamîşloyê bi dawî bû.
Festîvala ku di bin şiyara “Emê bi Ciwantî Şerê Gelê Şoreşgerî Rêxistin Bikin, Şoreşa Çandî Misoger Bikin” de pêk tê li roja sêyemîn de li Qamişloyê qediya û yê 26. û 27’ê mehê de li Dêrîkê, 28 û 29 ‘ê mehê de jî li Hesekê de berdewam bike.
Di roja sêyem festîvalê saet 2’yan de destpê kir. Di destpêkê pêşbirka tekvandoyê hat pêkanîn. Piştî tekvandoyê musabaqaya fûtbolê ve festîvalê berdewam kir.
Festîvala ciwanan ji aliyên şênî û ciwanên herêmê ve rastê eleqeyeke mezin hat. Saetên êvarê de festîval sitranên Behzad Dîmenek û gerandina govendê ve li Qamişloyê bi dawî bû.
Festîvala werzîşê ya Şehîd Baran Mawa dê 26’ê mehê de li Dêrîkê bidome.