MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 3’emîn Festîvala Zarokan ya ku bi dirûşma ‘Azadî ji zarokatî destpê dike’ hate lidarxistin.
Xwendevanên hemû dibistanên wargeha Mexmûrê ku li dibistanên xwe kombûn, bi meş berê xwe dan qada festîvalê. Zarok bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdan re dest bi bernameya festîvalê kirin. Axaftina vekirinê Mamoste Bêrîvan Kaya kir.
Kaya festîvalê di serî de li zarokên Mexmûrê li tevahî zarokên Kurdistanê pîroz kir û got: “Zarokên Kurdan yên li her çar parçeyên Kurdistanê hemû li ber bişaftin û qirkirina dewletên dagirkeranin, ne wek zarokên Mexmûrê xwedî şansê xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî ne. Li vêderê di bin şert û mercên perwerdeyek azad de, jiyanek ya zarokan avakirin, bingehê wê danîn û taybetiya rojek wisa ji bo gelê wargehê kêfxweşiyek mezine. Bi taybet di rojek wisa de lidarxistina festivalek bi vî awayî di kesayeta şehîd Bêrîtan de pêvajoya jina berxwedêr ya ku li hemberî dijminahiya herî hov û îxanetê bersîvek ji bo dijmine.”
Piştî axaftina vekirinê bernama şahîyê destpê kir. Di festîvalê de ji Kevana Zêrîn koma Mûzîkê û dû komên govendê û kolografita dansê hatin pêşkêşkirin. Piştî wê ji Tev çand û Kevana Zêrîn şanoya derket ser dikê. Herî wiha jî Weqfa Jinê ya Wargehê jî Koma Mûzîkê ya Şehîd Botan stranên xwe pêşkêşkirin. Festîval bi şanoya Dibistana Navenda Hêvî bi dawî bû.